Li Çînê karesata lehiyê: Şêniyên herêma di nava avê de ma, hatin veguhastin

Li Çînê, ji ber lehiyê herêmek di nava avê de ma. Şêniyên herêmê bi rêya pireke li ser avê hatin veguhastin.

Li eyaleta Henanê ku bi nifûsa xwe ya ji 100 milyon kesî sêyemîn eyaleta herî mezin a Çînê ye, rojên dawî di asta rekorê de baran bariya û veguherî lehiya ji heriyê.

Li paytexta eyaletê li Cengcoûyê ku nifûsa xwe 10 milyon mirov e, metroyek di nava avê de ma. Herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. Arkuj û tîmên rizgarkirinê hewl didin bi rêya pompeyên mezin ava li nava kolanan bikişînin. Her wiha tunelek di nava avê de maye. Fikar heye ku cenaze ji tunelê bê derxistin. Li vê eyaletê herî kêm 33 kes mirin.

HERÊMEK HATE VEGUHASTIN

Barana ku bi şev bêhtir bariya, li bakurê eyaletê bû sedema lehiyê. Bajarê Xînxîang û derdora wê ku bi 90 kîlometreyî dûrî Cengcoû ye, têkiliya xwe bi cîhanê re qut bû. Çemê Weî di ser re çû.

Ji dîmenên ku li televîzyona cemaweriyê CCTV hate weşandin, tê dîtin ku tîmên rizgarkirinê pirek danîne ser avê û bi vî rengî şêniyên herêmê veguhastine. Her wiha qadeke berfireh a çandiniyê di nava avê de ma.

Li rojhilatê Çînê jî fikar ji tayfûna Înfa tê kirin. Tayfûn bi baranê û bayê ku leza wê digihêje saetê 130 kîlometreyî, bi pêş ve diçe. Tê payin ku tayfûna Înfa roja Şemiyê bigihêje herêma Şanghayê ku bi dehan milyon mirov lê dimînin.