Li Çînê dibistana hunera lêdanê şewitî: 18 kes mirin

Li navenda Çînê, dibistanek hunera lêdanê şewitî. Di encamê de 18 kes mirin, 16 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya rayedarên xwecihî, li wîlayeta Henanê dibistana hunerê lêdanê şewitî. Hate ragihandin ku berpirsyarê dibistanê hatiye destgîrkirin.

Di dema şewatê de 34 kes ji bo staja destpêkê li dibistanê amade bûn.

Li gorî agahiyan piraniya 18 kesên jiyana xwe ji dest dan, şagirtên di navbera 7 û 16 salî de bûn.

Li Çînê şewat gelek caran rû dide. Her sal ji ber şewata li daristanan an jî navendên pîşesaziyê bi dehan kes jiyana xwe ji dest didin.

Dawiya sala 2017'an li başûrê Pekînê li otelekê şewatê rû da û 19 kesan jiyana xwe ji dest dan.