Le Monde: Çarenûsa Erdogan a li Sûriyeyê girêdayî Moskowayê ye

Rojnameya Fransayê Le Monde, di nûçeyeke xwe de nivîsî ku çarenûsa Erdogan ê her diçe îzole dibe, li Sûriyeyê di destê Moskowayê de ye. 

Di nûçeya Le Monde de ku bi navê Marie Jégo hatî weşandin hat gotin ku, “Li bakûrê Sûriyeyê berdewamkirina serweriya Tirkan di destê Moskowayê de ye.”

Rojnameyê bal kişand li ser rewşê û got ku, “Tirkiye bi DYA’yê re ketiye nav qeyraneke dîplomatîk a heta niha nehatiye dîtin. Tirkiyeya ku bi qeyranên aborî gelek qels bûye û tu nirxê pereyê wê nemaye, ketiye nav lêgerîna tifaqên nû. Ev qeyrana heyî, Tirkiyeya ku ji sala 1952’an heta niha endamê NATO’yê ye, hîn bêtir dehf daye hemêza Rûsyayê.”

Rojnameyê bal kişand li ser serdana Lavrov ku wê ji roja duşemê destpê bike û du rojan li Enqereyê bidome, wê di hevdîtinan de bi taybetî rewşa Idlibê bê rojevê.

Dîsa rojnameyê bal kişand li ser operasyoneke Sûriyeyê ku wê li Idlibê a heta niha çeteyên dewleta Tirk lê dimînin û got; “Enqere ya ku xwe weke parazvanê komên çete yên bi navê mixalefetê dibîne û di nav tifaqê de li Idlibê dimînin, xwedî bandoreke misoger e, baş li dibetiya êrîşeke mezin a hêzên Beşar Esad nanêre.”

Rojnameyê anî ziman ku  Tirkiye alîgir e ku li vê herêma ku 2.5 mîlyon kes lê dijî statûkoya heyî bidome û nirxand; “Qada li bakurê Sûriyeyê yê di bin serweriya Recep Tayyîp Erdogan de ye, di bin emrê Moskowayê de ye."

Gerînendeyê Bernameya Xebatê ya Tirkiyê ya Enstîtuya Washingtonê  Soner Cagaptay jî anî ziman ku , “Ji bo ku Tirkiye êdî ji piştgiriya Amerîkayê ne piştrast e, ev rewş jî dihêle ku Rûsya  dixwaze li hemberî çeteyên li Idlibê bikeve tevgerê. Enqere neçar e ku serî li ber plana Rûsyayê ya li Idlibê bitewîne. Li hemberî hebûna tirkan a li bakurê Idlibê neçar e ku li gorî plana Rûsyayê tevbigere. Lê heke Pûtîn destvekîrî ve.”