Kurdên Rûsyayê êrîşa terorî ya Tirk a li ser Şengalê şermezar kirin

Kurdên li Rûsyayê dijîn û organîzasyonên Kurdên Êzidî bi daxuyaniyekê êrîşa terorî ya Tirk a li ser Şengalê şermezar kirin.

Yekîtiya Saziyên Civakî ya Kurd a Navnetewî, Organîzasyona Jinên Kurd a Navnetewî û Organîzasyona Êzîdxanê bi daxuyaniyeke hevpar êrîşa terorî ya Tirk a li ser Şengalê, Nexweşxaneya Sikêniyê û sûka berê ya Şengalê şermezar kirin.

Di daxuyaniya de hate gotin, ''Em Kurdên Rusyayê: Êzîdî, Misilman, vê êrişa hovane bi tundî şermezar dikin û dîyar dikin armanca van êrişan tevkujîya gelê me ye. Divê bê zanin, Tirk dixwazin wê tevkujîya sala 2014an a nîvcomayî bi rengekî nû temam bikin.  Hevkarên wê jî, PDK û hikûmata Kazîmî dibin hevkarên wê, hevparên wî sûcê giran ê li dijî mirovahîyê. Lê em dizanin, ku çi êriş dibin bila bibin, gelê Şengalê û gelê Kurd bi giştî wê destûrê nedin, ku ev karê wan ê nemirovî here sêrî. Em ê her tim li rex tekoşîna gelê xwe bin û piştgirîya wî bikin.''