Kubayî li ser destûra nû ya bingehîn diaxivin

Destûra nû ya bingehîn a Kubayê ji doh ve tê nîqaşkirin.

Di Destûra Bingehîn a nû de işaret bi rola bazar û sektora taybet a di pêşketina aboriyê de tê kirin.

Beriya referandûma neteweyî ya 24'ê Sibata 2019'an ku wê li Kubayê bê kirin, nîqaş li ser destûra bingehîn a nû tê kirin.

Ji 19'ê Tebaxê heta 15'ê Mijdarê wê li zanîngehan, dibistan û taxan civîn bên lidarxistin û destûra bingehîn a nû were nirxandin.

Destûra Bingehîn a nû meha Tîrmehê li parlamentê hatibû qebûlkirin.

Mîgûel Dîaz-Canel ku 19'ê Nîsanê bû Serokkomar got, "Her Kubayî dikare bi awayekî azad nêrîna xwe bîne ziman."