Krîza li Yemenê: Siûdî agirbest pêşniyaz kir, Hûsiyan red kir

Siûdî Erebistanê li Yemenê agirbesteke giştî pêşniyaz kir lê Hûsiyên Şîa agirbest red kirin û xwestin Siûdî Erebistan êrîşên xwe bi dawî bike û ablûkayê rake.

Siûdî Erebistan roja Duşemê xwest di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de li Yemenê agirbestek were kirin.

Hûsiyên Şîa yên ku Îran piştgiriyê didin wan, ev pêşniyaz red kirin. Li gorî televîzyona El Mesîre ya Hûsiyan berdevkê Hûsiyan Mûhammed Ebdulselam got, “Divê Siûdî Erebistan diyar bike ku wan êrîş bi dawî kirine û ablûka rakirine.”

Hikumeta Riyadê pêşniyaz kir ku bila balefirgeha li Sanayê ya ku ji sala 2014’an di bin kontrola Hûsiyan de ne were vekirin û di navbera hikumeta Yemenê û Hûsiyan jî muzakereyên siyasî were destpêkirin.

Hikumeta Yemenê jî vê hewldana Riyadê silav kir û got, “Em dixwazin çek werin danîn.”

Di Nîsana 2020’an de Koalîsyona Leşkerî ya Ereban ku Kraliyeta Siûdî pêşengtiyê ji wan re dikin, ji bo pêşî li belavbûna koronavîrusê bigirin agirbesteke demdemî îlan kiribû lê Hûsiyan ev wekî ‘manevrayeke siyasî’ nirxandibû û red kiribû.

Ji sala 2015’an heta niha di şerê navxweyî yê Yemenê de heta niha gelek jê sivîl bi deh hezaran kes mirin. Ji ber vî şerî li Yemenê krîzeke giran a mirovî heye.