Koreya Bakur careke din moşek ceriband!

Koreya Bakur careke din moşek ceriband û ji paytext Pyongyangê ber bi rojhilat ve moşekeke din ya balîstîk avêt.

Serokdewletê Japonya Yoshîhîde Sûga got, moşek di esr girava mezin Hokaîdoyê re çûye, ku welat ji 4 giravên mezin pêk tê û ketiye Okyanûsa Pasîfîk.

Li gorî Wezareta Berevaniyê ya Koreya Bakur moşek 3 hezar û 700 kîlometre daye xwe û herî pir 770 kîlometre berjor bûye.

Hikûmeta Japon bang li gelê Hokkaîdo û Tohokuyê kir ku bikevin jêrzemînan. Serokwezîrê Japonya Shînzo Abe got li dijî van kirinên provakatîf a Koreya Bakur divê qada navdewletî peyameke vekirî bide û xwest ku pêkirinên li ser Koreya Bakur werin girankirin.