Konseya Ewropa daxwaz ji endamên xwe kir welatiyên xwe yên DAÎŞ’î bigirin

Komîserê Mafê Mirovan a Konseya Ewropayê bang li welatên endamên xwe kir ku welatiyên xwe yên DAÎŞ’î yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne bigirin.

Komîserê Mafê Mirovan Dûnja Mîjatovîc, di çavdêriyên xwe yên ji bo Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) şand de, welatiyên dewletên aliyê Peymana Mafê Mirovan ên Ewropa ku niha li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene got: “Dikeve çarçoveya darazê ya van dewletan.”

DMME’yê wê rewşa jinên ciwan ên tevlî DAÎŞ’ê bûne û niha li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne meha Îlonê lêkolîn bike. Biryar jî wê çend mehên din bê eşkerekirin.

Mîjatovîc diyar kir ku di serî de zarok û yên din ên li kampan rewş wan a tenduristî û ewlekariyê, tenduristiya wan a fîzîkî û ruhî dixe xeteriyê, anî ziman ku dewletên endam yekane rêya ku erkên xwe pêk bîne, wan vegerandina welatê xwe ye.

Mîjatovîc negirtina hinek welatên endam tê wateya binpêkirin mafê jiyana malbat û taybet a kesî û diyarkir ku zarok tîne ziman divê dayikên wan jî li gel wan bê girtin.

Ji Adara 2019’an û vir ve piştî têkbirina DAÎŞ’ê û şûnde 80 jinên Fransî û nêzî 200 zarok li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene. Fransa heta niha piranî sêwî 35 kes vegerandiye welatê xwe, daxwaz kir ku yên têgihiştî jî li qadê bê darezandin.

Elmanya, Holllanda û Fînlandiya hinek welatiyên xwe girtine. Danîmarka û Belçîka jî diyar kir ku ji bo girtina zarokan amadekarî dikin.

Wezîrê Karê Derve yê DYE Antony Blînken di civîna Koaslîyona Navneteweyî ya li Dijî DÎŞ’ê ya 28’ê Hezîranê li Roma kiribû jî bang li îtifaqên li dijî DAÎŞ’ê kiribû ku welatiyên xwe bigirin.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî jî di peyamek ji bo civînê dabû jî gotibû ku divê DAÎŞ’î û malbatên wan ji bo welatên wan bên vegerandin.

Li gorî rapora Rêxistina Çavdêriyê ya Mafê Mirovan li 2 kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 63 hezar jin û zarokên DAÎŞ’î hene.