Konferansa Qibrisê wê bi dirûşma "Dîktator Erdogan" dest pê bike
Hevdîtinên li ser Qibrisê ku di bin çavdêriya NY de pêk tên, îro bi konferanseke navneteweyî ya bi beşdariya wezîrên karên derve yên welatên garantor, dewam dike.
Hevdîtinên li ser Qibrisê ku di bin çavdêriya NY de pêk tên, îro bi konferanseke navneteweyî ya bi beşdariya wezîrên karên derve yên welatên garantor, dewam dike.
Di dema destpêkirina konferansê de wê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan were şermezarkirin.
Hevdîtinên li ser mijara Qibrisê, li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a Cenevreyê, di 9'ê Çileyê de bi beşdariya Serokkomarê Komara Tirk a Bakurê Qibrisê Mûstafa Akinci û Lîderê Rûm Nîkos Anastasîdîs dest pê kiribû û beşa yekemîn a danûsandinan bi pêşkêşkirina nexşerêya her du aliyan ji Şêwirmendê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY Espen Barth, qediya bû.
WÊ WEZÎRÊN KARÊN DERVE TEVLÎ BIBIN
Piştî danûstandinên sê rojan, Şêwirmendê Taybet Espen Barth Eîde duh derket pêşberî çapemeniyê û diyar kir, hevdîtin erênî derbas bû. Eîde dabû xuaykirin, ku ew li bendê ne Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Yewnanîstanê Aleksîs Çîpras beşdarî konferansê bibe. Eîde her wiha da zanîn ku wezîrên karên derve yên welatên garantor Tirkiye, Yewnanîstan û Îngilîstanê cihê xwe di konferansê de bigire.
Konferans wê îro danê nîvro li buroya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê dest pê bike û Serokkomarê Komara Tirk a Bakurê Qibrisê Mûstafa Akinci, Lîderê Rûm Nîkos Anastasîadîs, li ser navê welatên garantor Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû, Wezîrê Karên Derve yê Yewnanîstanê Nîkos Kocîas û Wezîrê Karên Derve yê Îngilîstanê Borîs Johnson wê tevlî bibin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûtteres jî wê axaftina destpêkê ya konferansê bike, ku Yekîtiya Ewropa jî weke çavdêrê taybet wê li amade be. Yek ji sernavên bingehîn ên danûstandinan wê "Ewlekarî û Garantî" be.
Di vê çarçoveyê de yek ji mijarên girîng ên di konferansê de derkevin pêş wê rewşa hebûna leşkerên Tirk a li Bakurê Qibrisê be.
WÊ ERDOGAN BÊ ŞERMEZARKIRIN
Li aliyê din, di dema destpêkirina vê konferansê de wê rêxistinên Swîsre, Tirkiye û Kurdistanî li pêş avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakiyê lidar bixin û bixwazin ku Erdogan ê weke dîktator bi nav dikin, ji ber sûcên xwe yên şer ên li Kurdistan û Tirkiyeyê, li dadgehên navneteweyî bê darizandin.