Kêm maye ku şerê Afganîstanê bibe şerê herî giran ê cîhanê

Şerê li Afganîstanê hefteyên dawî gelekî giran bû. Pispor hişyariyê didin û dibêjin, hindik maye ku ev şer bibe şerê herî giran ê cîhanê yê sala 2018'an.

Li Afganîstanê ku ji destpêka salên 1900'î û vir ve bi rengekî kronîk ne aramî û şerekî bê navber heye, rewş hîn nebaş dibe.

Analîstê Enstîtuya Aştiyê ya Amerîkî John Walsh ji AFP'ê re axivî û got, "Dema ku mirov zêdebûna hejmara kuştinan û îhtimala bidawîbûna şerê li Sûriyeyê binirxînin, hingî dikarin bêjin ku kêm maye Afganîstan bibe şerê herî giran ê cîhanê."

HINDIK MAYE KU HEJMARA MIRIYAN 20 HEZARÎ DERBAS BIKE

Şêwirmendê Koma Krîzê ya Navneteweyî (ICG) Graeme Smîth got, "Di şerê Afganîstanê de hejmara mirovên sala 2018'an jiyana xwe ji dest dan hindik maye ku 20 hezarî derbas bike."

Li gorî daneyên Bernameya Uppsala Conflict Data Program (UCDP) ku çil sal in kuştina mirovan a ji ber şer dinirxîne, sala 2017'an 19 hezar û 694 kes mirin. Ev yek rêjeyeke di asta rekorê de ye. Lê belê UCDP hişyariyê dide ku sala 2018'an dibe ku ji vê girantir be.

SALA 1994'AN 9 HEZAR KES MIRIBÛN

Li gorî daneyên UCDP'ê, sala 1994'an ku weke sala herî xerab a şerê navxweyî tê dîtin û paytext Kabûl ser û bin bû, 9 hezar û 55 kes mirin.

Destpêkirina êrîşên DAÎŞ'ê weke yek ji sedemên zêdebûna kuştina mirovan li Afganîstanê tê nîşandan. Lêkolînerê saziya ramanê ya Amerîkî Wîlson Center Mîchael Kûgelman ji AFP'ê re axivî û got, hebûna çeteyên DAÎŞ'ê ku tenê 2 hezar endamên wan hene, êrîş zêde kiriye û tevlîhevî mezintir kiriye.

HEVDÎTINA DYA-TALÎBANÊ

Li gel vê yekê lêgerînên ji bo diyalogê jî hene. Li gorî ICG'ê, danûstandinên fermî vê gavê nepêkan e. Nûnera DYA'yê ya li Asya Başûr Alîce Wells meha Tîrmehê li Qatarê bi berpirsyarên Talîbanê re li ser pêvajoya aştiyê rûniştibû. Halbûkî Washîngtonê heta wê wextê hevdîtinên du alî yên bi Talîbanê re red dikir.

Kadroyekî payebilind ê Talîbanê yê li Pakîstanê beriya niha bi demeke kin daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku ew hêvîdar in di demeke nêz de hevdîtinên nû werin kirin. Li gorî gotinan, diyaloga nû dibe ku di nava vê mehê de bê kirin.

Ji ber zêdebûna bûyerên şîdetê, têkildarî hilbijartina parlamentê ku wê meha Cotmehê pêk were, fikar hene. Tê gotin, ji ber bûyerên şîdetê dibe ku hilbijartin bê taloqkirin.