Katalonyayê bi awayekî fermî dest bi kampanya referandûmê kir

Tevî ku Spanyayê qedexe kir jî, gelê Katalonyayê li benda roja referandûma serxwebûnê ye. Kampanya referandûmê bi mîtîngeke bi heybet dest pê kir.

Li Katalonyaya ku nifûsa xwe 7,5 mîlyon e, hat plankirin ku referandûma serxwebûnê 1'ê Cotmehê bê kirin, lê Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê referandûm qedexe kiribû.

Tevî vê qedexeyê jî, partiyên alîgirê serxwebûna Katalonyayê ne, di vê sekn û biryara xwe de bi israr in. Li qada pêlewantiya ga ya bajarê Tarragona de, bi beşdariya deh hezaran kesî mîtîngek hate lidarxistin.

Şaredara Barcelonayê Ada Colaû ku piştgiriyê dide serxwebûna Katalonyayê, xwedî li referandûmê derket û îlan kir ku wê sindoqên ji bo dengdanê bên danîn. Tê texmînkirin ku ev desteka Barcelonayê wê bandorê li serketina dengê 'erê' bike.