Karayilan: Em bi ruhê Zîlan têdikoşin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan Zeynep Kinaci ya ku 30'ê Hezîrana 1996'an çalakiya fedaî kir bi bîr anî û got, "Zîlanbûyîn îro li nava refên me xurt bûye. Em bi vî ruhî têdikoşin."

HEVPEYVÎNA BI MÛRAT KARAYILAN RE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan hevpeyvîneke taybet bi Radyoya Dengê Gel re kir û çalakiya Zeynep Kinaci (Zîlan) nirxand.

Beşa destpêkê ya hevpeyvîna bi Karayilan re bi vî rengî ye:

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 40 meh in dewam dike. Li hemberî vê yekê di asteke diyar de têkoşîna girtiyên azadiyê û gel jî heye. Hûn dixwazin li ser vê mijarê çi bibêjin?

Beriya her tiştî, weke tê zanîn di nava hefteya dawî de li gelek herêmên Bakurê Kurdistanê şer qewimîn. Li gorî agahiyên heyî, li deverên Glidax, Mawa û Pîrosa şehadetên me çêbûne. Encamên hinekan hê ne zelal in, lê yên ku zelal in hene. Di şexsê hevrê Şexmûs, Axîn û Şervan de şehîdên xwe yên di nava hefteya dawî de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim û bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînim. Soza ku me dane wan dubare dikim. Em ê li ser soza ku me dane wan bin; em ê tola wan hilînin û xeyalên wan pêk bînin; em ê hemû şehîdên xwe di têkoşîna azadiya Rêber Apo û Kurdistanê de zindî bikin.

Di vê demê de şehadetên ku bi vî rengî li ser hev çêbûn, ji bo me giran bûn. Bi taybet şehadetên hevalên me yên ku bendewarî ji wan hebû, heta niha xizmetên mezin ji gelê Kurdistanê re kirine û wê hê xizmetê kiriban, çêbûn.

Hevrêyê me Şexmûs hevalekî me ku tevahiya 33 salan di nava vê tevgerê de di qadên herî zehmet de, xebatên herî giran bi serketî kir. Bêyî bendewarî xizmetê Partî, şoreş û gel kir. Hevrêyê me Şexmûs di van salên dirêj de ku em dikarin weke emrekî bi nav bikin, kêmasiyên wî yên diyar nebûn, hevalekî ku rexneyên giran li ser tunebûn. Ji gelek milan ve hevalekî mînak bû. Bi taybetî ji aliyê fedakarî, wêrekî, dilsoziya bi xeta Rêber Apo re, welatparêzriya kûr û ruhê hevrêtiyê ve hevalekî pir hêja bû. Bi salan li çiyayên Kurdistanê ma. Dibe ku ji bo demeke kin li qadên deştê mabe, lê ji xeynî van bi berdewamî li çiyayên Kurdistanê ji bo gelê xwe têkoşiyaye. Bi duristî, paqijî û dilsoziya xwe hevrêyekî hêja yê Apoyî bû. Fermandarê Eyaleta Serhedê bû. Jixwe hem li Serhedê û hem jî Erzeromê pir mabû, li wan deran kevir bi kevir nas dikir. Bi temamiya wê herêma Kurdistanê geriyabû. Wekî din jî gelek ked daye û xebat kiriye. Hevalekî me yê wiha pêşeng bû. Heta ku hevrêyên weke hevrê Şexmûs dirûst û fedakar di vê tevgerê de xwedî rol bin, wê ev tevger her tim bi ser bikeve. Ji ber ku hevrêtiya ku di şexsê heval Şexmûs de tê temsîlkirin, hevrêtiya ku Rêber Apo dixwaze di nava refên me de pêş bixe ye. Yanî bêyî bendewarî, bi awayekî yekalî fedakarî kirin, xizmet kirin û her tim xwe deyndar dîtin e. Ev di nirxên mirovahiyê de bilindbûn û mezinbûnê nîşan dide. 

Dîsa heman tişt ji bo hevrêyên me Axîn Gabar û Şervan Botan diyarkirin jî pêkan e. Ev hevalên me jî zêdeyî 10 salan di nava tevgerê de mane, bi temsîlkirina fedakarî, dirûstî û ruhê fedayî hevalên li pêş in. Mînak hevrê Şervan bi xwe ji Botan-Sêrtê ye, lê li metropolê ji dayik bûye. eşiqê Botanê bû. Jixwe paşnavê xwe ji ber vê kiribû Botan. Hevalekî ku bi salan li Botanê mabû. Mirov nedikarî qutbûna wî ji Botanê bifikire. Kesekî ku ji ewqas ax û welatê xwe hez dikir. Hevalekî wêrek bû ku fedakarî û xizmet kir. Hevrê Axîn jî keça Botanê bû. Bi welatparêziya gundê Bana û Cizîrê mezin bû. Têkoşîna şoreşgerî di evîna wê de hebû; têkoşîn ji bo wê eşq bû. Ev yek hê di pratîka Heftanînê de bi zelalî hatibû dîtin. Hevrê Axîn fermandareke hêja bû ku bi şerkerî, kedkarî, paqijî û dirûstbûna xwe ve pêşiya xwe vekir. Keseke pir bi rûmet bû. Her du hevrêyên me jî bi jiyana xwe ya paqij, helwesta xwe ya jidil, dirûst, bi hevrêtiya xwe ya bihêz, dilsoziya xwe ya bi xakên pîroz, bi azweriya xwe ya azadiyê û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re hevrêyên mînak bûn. Di esasa xwe de hemû hevrêyên ku niha li Bakûrê Kurdistanê têdikoşin, bi vî awayî fedakar, fedayî û dilsozê dozê ne. 

Li gorî hin agahiyên me girtine, hevrêyê me Brusk Kato û hevalên me yên pê re şehîd bûne. Dîsa şerê li aliyê Mawayê dirêj bû, piştî şerê çend rojan hin agahî hene ku dibe hevrêya me Bêrîtan Kerboran şehîd bûye û hevala/ê pê re jî birîndar bûye. Dîsa hevrêyên ku bi birîndarî ji aliyê dijmin ve dîl hatine girtin hene. Bi kurtasî berxwedana ku ji 18’ê Hezîranê ve dewam dike berxwedaneke pir mezin e. Li her derê ku şer lê qewimî, berxwedanên girîng û wêrek pêş ketin. Em van hemû hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku bîranînên wan bi layiqî zindî bikin. 

Eger ez werim ser pirsa we; di bingeha Pergala Îmraliyê de pirsgirêka Kurd û siyaseta mêtînkar a mêtînkariya Tirk li dijî gelê Kurd heye. Ango siyaseta înkar, tunekirin û qirkirinê heye. Dewleta Tirk niha bi siyaseta xwe ya li Îmraliyê, dixwaze civakê qir bike. Rêber Apo gelê Kurd û doza azadiya Kurd temsîl dike. Jinên azadîxwaz temsîl dike. Nirxên demokratîk temsîl dike. Vê yekê bi helwesteke bi rûmet û berxwedêr dike. Ji ber vê yekê bi nêzîkatiyên dijmirovî û êşkenceyên psîkolojîk nêzî Rêber Apo dibin. Binêrin; ev 40 meh in tu agahî jê nayê. Ango 3 sal û 4 meh in têkîldarî rewşa Rêber Apo ya li Îmraliyê tu agahî nayê girtin. Ev doz ne doza kesekî ye, doza gelekî ye. Ji ber ku Rêber Apo îradebûna gelê Kurd temsîl dike, ev êrîş li dijî wî pêk tên. Ji ber vê yekê gelê me, aliyên demokratîk ên Tirkiyeyê û hemû aliyên şoreşger-çep van pêkanînên dewleta Tirk weke êrîşa li dijî xwe bibînin. 

Li aliyê din; ji fikir û ramanên Rêber Apo ditirsin. Ew dizanin ku Rêber Apo heqîqetê dibêje û heqîqet bandorker in. Fikr û ramanên Rêber Apo, dîsa paradîgmaya Rêber Apo ronahiyeke nû ye, xetekî nû ye, alternatifeke nû ye. Rêber Apo li dijî mêtînkarî û modernîteya kapîtalîst temsîla modernîteya demokratîk dike û paradîgmaya wê bi pêş xistiye. Ji ber vê yekê hem nûnerên modernîteya kapîtalîst a kûrewî û hem jî dewleta Tirk jê ditirsin. Jixwe ji ber vê yekê CPT dirust nêz nabe û ev siyaseta li Îmraliyê tê meşandin rewa dike. Ji ber ku ji vê fikra nû ditirsin, bi fikar in. Lewma siyaseta ku li Îmraliyê di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd tê meşandin, siyaseteke kûrewî ye. Divê vê rast bixwînin. 

Di heman demê de îro girêdayî vê siyaseta qirker a li Îmraliyê şer tê meşandin. Îro li Kurdistanê li dijî gelê Kurd şer heye. Dewleta Tirk di vî şerê de her tiştê xwe xerc kir. Hemû dahata Tirkiyeyê mezaxt. Îro gel û kedkarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê birçî ne. Xizanî mijara gotinê ye. Di bingeha vê de şer û pergala qirkirinê, ango pergala Îmraliyê heye. 

Niha em dinêrin; hêdî hêdî jî be ev siyaset ji aliyê kedkarên Tirkiyeyê û ji gelek aliyên siyasî ve tên dîtin. Ev tîştekî baş e. Ji ber ku mirov êdî dibînin ku heta ev şer neraweste li Tirkiyeyê ne ji aliyê aborî ve, ne jî ji aliyê siyasî ve sererastkirinek çênabe. Ji ber vê yekê ji aliyê Tirkiyeyê ve jî tevlîbûn çêdibin. Bi kurtasî ev tecrîd û pergala li Îmraliyê tê meşandin, êdî ne tenê pirsgirêka Kurdan, pirsgirêka Tirkan e jî. Ji ber ku ev siyaset bi xwe re şer jî tîne. Heta ku ev siyaset bi dawî nebe, ne pêkan e ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bibin. Ev rastî îro ji aliyê gelek aliyan ve hatiye dîtin. Her çiqas bi derengî ketibe jî, dîtina vê tiştekî baş e. 
Dîsa li seranserê cîhanê ji aliyê Rêber Apo ve pêşxistina modernîteya demokratîk a li dijî modernîteya kapîtalîst, ji bo gelên cîhanê û bindestan hêviyek çêkiriye. Di vê çarçoveyê de li seranserê cîhanê xwedîderketina li Rêber Apo zêdetir dibe, li ser vê bingehê kampanyaya ji Rêber Apo re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareseri xurttir dibe. Lê dîsa jî ev geşedan ne têrker in. Di vê mijarê de kêmasiyên me pir in. Divê her kes kêmasiyên xwe yên di vê mijarê de bibînin. Divê destpêkê em pêşengên tevgera azadiyê, gelê me yê welatparêz û aliyên demokratîk bibînin ku di têkoşîna me ya li dijî pêkanînên li Îmraliyê de kêmasî hene. Bêguman divê van kêmasiyan derbas bikin û têkoşîna xwe zêdetir mezin bikin. Divê em bizanibin ku heta pergala Îmraliyê neşkînin, rêya azadiyê nayê vekirin û tu car jiyana hevpar-demokratîk pêş nakeve. Ji ber vê divê em hemû tevgerên şoreşger azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd bikin hedef. 

Tevgera we meha Hezîranê weke meha fedayiyan binav kir. Di heman demê de em di 30’ê Hezîranê de dikevin sala 28’an a çalakiya Şehîd Zîlan. Hûn dixwazin li ser rastiya fedayîtî ya tevgera xwe çi bibêjin?

Belê; Meha Hezîranê meha şehîdên fedayî ye. Ez di şexsê fedayiyên mezin hevrê Zîlan, Sema û Gulan de hemû şehîdên me yên fedayî û şehîdên me yên meha Hezîranê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Bejna xwe li ber şehîdên me bi rêzdarî ditewînim, soza ku me dane wan careke din dubare dikim. Di meha Hezîranê de gelek şehîdên me hene, lê şehadeta hevrêyên fedayî yên di pêşengiya heval Zîlan de pêş ketine zêdetir derdikevin pêş. 

Di heman demê de 25’ê Hezîranê salvegera Komkujiya Kobanê ye. Weke tê zanîn di wê rojê de 250 welatparêzên Kurd di êrîşa DAÎŞ’ê de ku bi alîkariya dewleta Tirk pêk hat, şehîd bûn. Ez hemû welatparêzên ku di vê komkujiyê de şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr tînim. 

Dîsa 29’ê Hezîranê roja darvekirina Şêx Seîd û 48 kesên hêja yên pê re ye. Ez di şexsê Şêx Seîd de hemû şehîdên dîroka berxwedana Kurdistanê bi bîr tînim û bejna xwe bi rêzdarî li ber bîranînên wan ditewînim. 

Dîsa di vê mehê de şehadetên ku di têkoşîna civakî ya li Bakurê Kurdistanê de çêbûne, hene. Di sala 2008’an de heval Husnu Abay û Cîhan Denîz di qezayeke trafîkê de şehîd bûn. Ew pêşengên têkoşîna azadiya civakî û demokratîk a Bakurê Kurdistanê bûn. Ez wan şoreşgerên hêja jî bi rêzdarî bi bîr tînim. 

Bi kurtasî di şexsê hevrê Zîlan de hemû şehîdên me yên meha Hezîranê bi rêzdarî bi bîr tînin.

Fedayitî di esasa xwe de ji destpêkê ve di tevgera me de heye. Welatê me, welatek ku gotina navê wî jî qedexe bû. Tu kes qala Kurd û Kurdistanê nedikir. Di demeke wiha de derketina Rêber Apo, derketineke dîrokî ya li ser bingeha xwe fedakirinê ye. Di wê demê de têkoşîna bi van rêbazan dihat wateya hedefbûyînê. Lewma kesekî bêyî helwesteke fedayî û fedakarî nikaribû derketineke wiha bike. Li ser vê bingehê Rêber Apo ji serî ve xwe feda kiriye û bi fedakariyê pratîk kiriye û îdeolojiya hatiye afirandin li ser vê bingehê hatiye avakirin. Eger hûn ji bo nirxên pîroz ên wekî azadî û heqîqetê fedakarî nekin, ji fedabûyînê re ne amade bin, nikarin vê têkoşînê bimeşînin. Çawa ku Hz. Îsa ji alîgirên xwe re gotiye, ‘Yên jin û dayika xwe hez dikin, bila li pey min neyên; bila yên ku çarmixa wan li ser milê wan in, li pey min werin’ ango çawa diyar kiriye ku yên mirinê li ber çavan girtine li pey wî herin; dibe ku hevokên Rêber Apo ne hevokên heman bin, lê divê şoreşgerên Kurdistanê jî bi heman awayî şehadetê li ber çavan bigirin û helwesteke ku ji bo her fedakariyê amade be, esas hatiye girtin. Ev îdeolojî li ser vê bingehê ava bûye. Ji ber vê yekê helwesta fedayî ji destpêkê ve di tevgerê me de hebû. Dema ku di dema xwe de xwestin li zindanan di şexsê hevrêyên dîlgirtî de Partiyê tasfiye bikin, ewil heval Mazlûm Dogan, paşê Ferhat Kurtay û hevalên pê re, paşê jî çalakvanên 14’ê Tîrmehê hevrê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ji bo berxwedanê berdewam bikin, biserbikevin û Partiyê rizgar bikin xwe feda kirin. Ji bo zîndîbûna Tevgerê bedenên xwe dan ber agir, ketin rojiya mirinê û gihiştin şehadetê. Jixwe bi vî rengî dijmin têk birin. Dîsa li çiya di şexsê Egîd (Mahsûm Kormaz) heman ruh têkoşîn kir.
Lê cihekî taybet a çalakiya hevrê Zîlan ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de pêk anî, heye:

Ya ewil, çalakiya heval Zîlan ku di demeke tevgera me ji aliyê taktîkê ve xitimî û tengbûn çêbû de, bi xwe amade kir û bi awayekî serketî pêk anî, derketina taktîkî û rêbazeke nû afirand. Jixwe piştre li ser wê bingehê Hêzên Taybet pêk hatin û ev rêbaz veguherî xeta têkoşînê.

Ya duyemîn, di 6’ê Gulana 1996’an de li dijî Rêber Apo êrîşek pêk hatibû. Dijmin xwestibû suîqest li Rêberê me bike. Çalakiya hevrê Zîlan rabûna li ber vê yekê bû. Ango rastiya ji bo parastina Rêber Apo divê xwe feda bikî û her tişt bê dayîn, bi vê çalakiyê derket holê. Jixwe hevrê Zîlan jî di nameya xwe de dibêje ya, ‘Ji xeynî canê min tiştekî din jî hebûya, min ew jî dabûya’; bi vê çalakiya xwe vê rastiyê jî derdixe holê. Bi kurtasî hevrê Zîlan ji aliyê îdeolojîk ve jî bi nêzîkatiya xwe ya “Divê mirov ji bo parastina Rêber Apo û tevgerê her tiştê xwe bide” temsîla ruhê fedayî kir. Çawa ku hevrêyên li zindanan ji bo rizgarkirina Partiyê û serketinê xwe feda kirin, hevrê Zîlan jî danî holê ku ji bo hem ji aliyê gavên taktîkê ve hem jî ji aliyê parastina Rêber Apo ve divê tiştek neyê texsîrkirin. 

Aliyê sêyemîn ê girîng jî ew e ku ev çalakî hêz dide artêşbûna jinê. Bi taybet çalakiya hevrê Zîlan a weke jineke azad a azadîxwaz, hêz da hemû hevalan. Piştre hêdî hêdî belav bû û ji bo civakê bû hêz. Ev çalakî nîşan da ku jin wê çawa îrade bibe, çawa wêrek bibe û çawa bibe çalakvanekî mezin a di asta herî jor de. Helbet ev yek bû îlham, wêrekî da avakirin û rê li ber artêşbûna jinê vekir. Rast e; pêşiya wê jî berxwedana hevrêyên jin hebû. Mînak berxwedana hevrê Sakîne Cansiz a li zindanê, dîsa çalakiya heval Bêrîtan û berxwedana gelek hevrêyan hebû, lê çalakiya hevrê Zîlan di demek pir girîng de weke çalakiyeke muntezam pêş ket û ev jî pêşiya jinên Kurd vekir. 

Weke tê zanîn, di serdemên beriya me de çi yên ol, çi yên siyasî û civakî be di hemû şoreşan de qala mafên jinan hatiye kirin. Kêm jî be nêzîkatiyên hin baştir hatine pêşxistin. Lê tu şoreş pêşketineke ku pirsgirêka wekheviya jinê ji bingehê ve çareser bike neafirandiye. Tenê Rêber Apo di dema ku hê paradîgmaya xwe nû pêşdixist de gotiye, ‘Divê di jinan de hêz û îrade hebe; Bêyî rexnekirina desthilatdariya mêr a 5 hezar salî û bêyî îradeya jinê, heta ku li ser vê bingehê şoreşa jinê pêk neyê, jin azad nabe û civak jî azad nabe.’ Ango di paradîgmaya Rêber Apo de li gorî vê çarçoveyê divê jin bibe hêz û îrade. Hevrê Zîlan di vê mijarê de rol lîstiye; ango Zîlan ji bo jin bibe hêz û îrade, bi vê çalakiya xwe ya dîrokî ve roleke mezin lîstiye. Ji ber vê çalakiya heval Zîlan bi qasî di têkoşîna azadiya Kurd de, di têkoşîna azadiyê ya giştî de jî xwedî roleke girîng e. Em careke din bi bîr tînin û ev çalakiya dîrokî silav dikin. Îro di refên me de Zîlanbûyîn xurt bûye. Em îro bi vê ruhê têdikoşin. Gerîlayên Modernîteya Demokratîk, li ser bingeha ruhê fedayî ya Apoyî û Zîlanbûyînê tevger dikin û bi vî rengî hedef dikin bibin bersiva erkên serdemê. Di vê wateyê de weke peyrewên Zîlanên fedayî bi xurtkirina ruhê wê têkoşînê meşandin, ji bo me çavkaniya şanaziyê ye. 

Di vê meha Hezîranê de li Kurdistanê gelek bûyer qewimînn. Pêşî di 3’ê Hezîranê de qeyûm tayînî şaredariya Colemêrgê hat kirin, li dijî vê yekê berxwedana gel çêbû û ev berxwedan hîna jî dewam dike. Paşê di 20’ê Hezîranê de di navbera Amed û Mêrdînê de şewateke mezin derket. Ji bo vemirandina şewatê mudaxeleya dewletê çênebû, xelk xwest bi derfetên xwe şewatê vemirînin û 15 kes jiyana xwe ji dest da. Di van bûyeran de divê nêzîkatiya dewletê çawa bê xwendin?

Destpêkê hemû kesên di bûyera Çinar û Şemrexê de jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî bi bîr tînim, Xwedê rehma xwe bike. Dîsa sersaxiyê ji hemû ferdên malbatê, xizm û gelê Kurdistanê re dixwazim. Her wiha hê kesên birîndar ku rewşa wan giran e heye. Ez ji bo wan şîfayê lezgîn dixwazim. 

Di her bûyera ku li Kurdistanê diqewime de tenê tiştek heye ku derdikeve pêşiya mirov. Ev jî siyaseta înkar û tunekirinê, ango siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk e. Bi rastî jî mirov di hemû bûyeran de vê dibîne. Mînak di mijara qeyûmê de jî wiha ye. Gelê me diçe ser sindoqan, dengê xwe dide, nûnerên xwe hildibijire; paşê di bin navê qeyûmê de desteser dikin. Ji ber vê yekê qeyûm nenaskirina îradeya gelê Kurd e; binpêkirina îradeya gelê me ye. Vaye me dît; Di 3’ê Hezîranê de li Colemêrgê ev pêk anîn. Beriya wê jî xwestin li Wanê pêk bînin, lê dema bertek xurt pêşketin paşve gav avêtin. Niha jî berteka gelê me heye û divê ev bertek xurttir bibe. Yanî li hemberî binpêkirina îradeya xwe bêdeng nemînin. Kesên xwedî rûmet û şexsiyet ku dibêje, ‘ev jî mirovê vê xakê me’ li hemberî vê siyasetê ku îradeyê binpê dike, bêdeng nemînin. Mirovbûyîn ji vir derbas dibe. Eger bêdeng bimînin û deng nekin, wê demê mirovbûyîna we li ku derê dimîne? Bi kurtasî divê hemû demokratên Tirkiyeyê û welatparêzên Kurdistanê li dijî vê siyasetê rabin. Ev siyaset di esasa xwe de siyaseta hovîtiyê ye. Di vê çaxê de hem hilbijartin dikî, hem jî piştî hilbijartinê qeyûmê diavêjî. Sedema vê çi ye? Sedema vê siyaseta qirkirinê ya li Kurdistanê ye. Ev dewlet naxwaze gelê Kurd li tu derê bibe îrade. Binêrin; li Rojavayê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî heye; gel li wê derê dixwaze hevşaredarên xwe hilbijêre, lê li wê derê jî li dijî vê derdikevin, qiyametê radikin. Çima? Ji ber ku naxwazin Kurd bibin îrade. Ma ji ber ku li Japonyayê mafê perwerdehiyê ya zimanê Kurdî hat dayîn, ev Japonyayê jî protesto nekirin! Ha ev dewleteke wiha ye. Tenê siyaseta înkar û îmhayê nakin; dixwazin qirkirineke giştî li ser Kurdan ferz bikin. Weke li sînorên Tirkiyeyê dixwazin li derveyî sînorên Tirkiyeyê jî Kurdan tune bikin. 

Mirov dinêre, zarokên Kurd li kolanan bi panzêran tên pelçiqandin. Dayika Makbule Ozer a 83 salî û gelek dayikên din digirin. Jixwe kesên nexweş û extiyar in, lê digire dike zindanê. Dîsa li ku derê cîhanê pergalekî weke pergala Îmraliyê ku me qal kir, heye? Nêzîkatiyeke wiha çawa li dijî rêberê gelê Kurd tê pêşxistin? Lê dewleta Tirk ji ber vê siyaseta qirkirinê nêzîkatiyeke wiha esas digire. Ev hovîtî ye. Binpêkirina mafên mirovahiyê ye. Binpêkirina hiqûqê ye. Lê di roja me de dewleta Tirk vê li dijî gelê Kurd dike. 

Şayed ev bûyera şewatê li Isparta an jî li Konyayê bibûya, gelo wê dewleta Tirk wiha nêz bibûya! Di heman saetê de hemû amûr, helîkopter û balafirên xwe nebiriba wê derê? Wezîr wê di heman şewê de neçûban wê derê? Wê çûban. Nexwe çima nehatin Çinar û Şemrexê? Ji ber ku Kurd in. Jixwe di çavê wan de zêde nirxê Kurdan nîne. Ma jixwe şewatên daristanan ên li Kurdistanê ew bixwe dernaxin? Lê li Tirkiyeyê balafir, helîkopter û bi hezaran alav her tim ji bo vemirandina şewatê di dewrê de ne. Bi kurtasî li dijî Kurdan Kurdan polîtîkayek dirûtiyê heye. Ev polîtîkaya dirûtiyê ne tenê li dijî gelê Kurd e, li dijî xaka Kurdistanê ye, li dijî daristana Kurdistanê ye, li dijî bax û baxçeya Kurdistanê ye, li dijî her tiştê Kurdistanê tê pêkanîn. Di vê şewatê de ewqas heywan mirin. Ha li Kurdistanê zilmeke wiha heye. 

Xisûseke din jî ew e ku ev bûyer weke komkujiyeke pêş ketiye. Li wê derê saziyeke bi navê DEDAŞ’ê heye. Dewleta AKP-MHP’ê vê DEDAŞ’ê ji serê Kurdan re kiriye bela û ev sazî jî bi gelê Kurd re dilîze. Di roja me de elektrîk ne tiştekî ji rêzê ye. Mirov jiyana xwe li ser elektrîkê didomînin. Eger elektrîk nebe, av tuneye; av nebe, baxçe nabe. Di serdemeke wiha de ku pîşesazî ew qas pêşketiye, jiyana mirovan hinekî jî girêdayî elektrîkê ye. Lê ev elektirîk car qut dikin car jî girêdidin. Dibêjin, ‘Hûn pere nedan’ û qut dikin. Yanî bi vî rengî bi civaka me re dilîzin. Li ser vê yekê derket holê ku tu razemenî nekiriye, tenê bi kedxwariyê ji gel pere distîne. Pergala stûnê ya li wê derê beriya 40 salan danîne. Hîna stûnên ku ji darê hatine çêkirin e. Bi kurtasî wê şewartê ew derxistin. Ev komkujî ye. 

Walîtî jî ji bo parastina wan îdia dike ku şewata pirêze ye…

Ev walî hemû waliyên mêtînkar in. Erka wan li dijî gel parastina dewletê ye. Tenê ji bo şewatê daxuyaniyeke wiha kirin? Li ku derê gundiyek were kuştin dibêjin, “Me li wê derê operasyon kir, PKK’yiyek hat kuştin’ ma ne? Zarokên me li kolanan bi panzeran diperçiqînin; bi ser de jî dibêjin, ‘qezaya trafîkê bû’. Yanî ev walî bi vî rengî her tiştê nerm dikin û dewletê fihêl dikin. Bi taybet hemû waliyên li Kurdistanê bi taybetî hatine hilbijartin. Ji ber vê yekê jî daxuyaniyên wiha didin. Lê êdî vê bûyerê bi xwe jî nikarin înkar bikin. Gelek saziyên ku bûyerê lêkolîn kirin, daxuyanî dan û diyar kirin ku ev şewat ji ber stûnên elektrîkê derketine. Ji xwe gelê herêmê jî ev yek bi çavê xwe dîtine. Bi kurtasî pergala mêtînkar a li Kurdistanê vê bûyerê pêk aniye. Ev ne şewatekî ji rêzê ye. Ev derxistina şewatê ye. Li her derê helwestên ku civaka Kurd û tiştên Kurdistanî ji rêzê dibînin, derdikeve holê. Ev êdî ne tiştekî ku bê veşartin e. 

Di sala 1934’an de wezîrekî wan ê bi navê Mahmut Esat Bozkurt gotinên weke, “Li vî welatî Tirk efendî ne, neteweyên din jî neçar in xizmetê Tirkakn bikin.” Sal derbas bûn, lê dewlet hê jî vê siyaseta xwe neguhertiye. Dibe ku dem bi dem zimanekî nerm bikarbînin; dibêjin, ‘Kurd xwişk û birayên me ne’ û filan lê ev hemû sexte ne. Ev dixwazin Kurdan tune bikin û ji holê rakin. Hewl didin ku Kurd li tu parçeyên Kurdistanê nebin iqtidar, nebin xwedî statu, nebin xwedî îrade. Siyaseta wan li ser vê bingehê ye. Heya ku ev siyaseta wan neyê guhertin dubendî û polîtîkaya dirûtiyê wê her tim hebe. Ji ber vê yekê divê çi Kurd, Tirk, Ereb, Fars an jî Asûrî-Suryanî bin, hemû derdorên azadîwaz û her kesên li djî siyaseta qirkirinê, li dijî vê siyaseta dewleta Tirk bêdeng nemînin û têbikoşin.

Em gelê Kurd divê têbikoşin. Divê em bizanibin ku eger em di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de têkoşînê nekin, ev siyaset nayê guhertin. Lê mirov dinêre hin kesên ku dixwazin xwe weke rewşenbîr, akademîsyen û kesekî hişmend nîşan bikin, bêyî ku vê rastiyê li ber çavan bigirin gotinên weke, ‘divê çek bên danîn’ û hwd. dikin. Ev kes an sixûrên îdeolojî û civakî yên hişdar in; an jî kesên ku derbarê heqîqeta dewleta Tirk de tiştekî nizanin in. Siyaseta dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd tune bike. 

Eger hûn jî li dijî qirkirinê dest vala bisekinin, ma ew ê qet dev ji vê siyaseta xwe berde! Naberde. Lê eger em di her wateyê de têbikoşin, dikarin vê siyasetê têk bibin. Binêrin; ez nabêjin ku her tişt çek û şer e; Lê divê ji têkoşîna çekdarî bigirin heta têkoşîna bi her şêweyê xeta têkoşînê ya berfireh lê bikin. Em ji vê re dibêjin Şerê Gelê Şoreşgerî û divê Şerê Gelê Şoreşgerî rast were fêmkirin. Têkoşîna civakî û tevgera serhildanê ya gelê me îro dimeşîne, di çarçoveya vê şerê de cih digire. 

Dewleta Tirk îro di du xalan de dikare dev ji siyaseta xwe ya heyî berde. Ya ewil, eger em vê siyaseta qirkirinê têk bibin dikarin berdin. Ya duyem jî eger fêm bikin ku nikarin me têk bibin, yanî eger fêm bikin em gelê Kurd û tevgera azadiyê têk naçin û her tim li ber xwe bidin, wê demê dikarin dev jê berdin. Encex di vê bingehê de em dikarin li ser bingeha wekheviyê ku em gelek caran diyar kiriye, bijîn. Nexwe bi wê zihniyeta wan re kes nikare bi wan re bijî. Ev êdî tiştekî diyar e. Lewma divê her kes ji bo ev siyaset têk biçe an jî bixetime di her wateyê de bikeve nava hewldanên têkoşînê. Divê em di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de li ser bingeha xurtkirina têkokşînê wan têk bibin û bi îsbatkirina têkneçûyîna xwe siyaseta qirkirinê ji holê rakin.