BI DÎMEN

Mîhrîcana Jinan a Sakîne Cansiz: Şerê Sara rê nîşan da

Jinên ku beşdarî Mîhrîcana Jinan a Sakîne Cansiz bûn, bal kişandin ser pirsgirêkên pergala baviksalariyê û peyama, "Jin bi dirûşma Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşê ve dimeşin" dan.

LI ZURÎHÊ MÎHRÎCANA JINAN A SAKÎNE CANSIZ

Mîhrîcana Jinan a Sakîne Cansiz ku her sal bi boneya bîranîna yek ji damezirînera Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Sara (Sakîne Cansiz) ku 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hat qetilkirin, li Kantona Zurîh a Swîsreyê hat lidarxistin. Mîhrîcan bi beşdariya hemû kantonan bi dirûşmeya “Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin” li qada Kasernenareal a Zurîhê pêk hat.

Qada mîhrîcanê bi wêne û posterên şoreşgerên jin ên di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de şehîd bûne û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xemilandin û bêyî navber dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

Jinên beşdarî mîhrîcanê bûn li dora têkoşîna azadiya jinên Kurd bûne yek. Bal kişand ser girîngiya têkoşîna serhildêr û hevpar a Sakîne Cansiz. Di mîhrîcanê de li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin rawestiyan û bang li her kesî kirin ku li derdora pêngava “Ji Abdullah Ocalan reazadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” a ku di 10’ê Cotmehê de li seranserê cîhanê hatiye destpêkirin, kom bibin.

Mîhrîcan bi axaftina vekirinê ya endamên Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Selma Surer û Ozen Aytaç dest pê kir û li ser navê rêxistinên jinan jî axaftin hatin kirin.

MARTÎNA: JINÊN KURD RÊ NÎŞAN DIDIN

Li ser navê Revolutionarer Aufban Schweizê Martîna axivî û bal kişand ser encamên pergala kapîtalîst a li ser civakan û bi taybetî li ser jinan kiriye. Marîna anî ziman ku êdî jin li her derê têdikoşin. Martîna daxuyand ku têkoşîna azadiyê û têkoşîna hevpar a jinên Kurd ji bo hemû jinên cîhanê gelekî girîng e û wiha got: “Ji Rojava heta Swîsreyê hêza ku em ji dirûşma Jin Jiyan Azadî digirin, têkoşîna xwe didomînin.”

‘FELSEFEYA JIN JIYAN AZADÎ HÊZ DIDE ME’

Mîhrîcan bi axaftina rêxistinên jinan berdewam kir. Jinan diyar kirin ku têkoşîna Sakîne Cansiz bûye têkoşîna jinên cîhanê û bi bîr xistin ku dirûşm û felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ rê nîşanî tevgerên jinan dide.

KJK: LI DORA AZADIYA RÊBER APO KOM BIBIN

Di mîhrîcanê de peyama KJK'ê hat xwendin. KJK'ê di peyama xwe de mîhrîcan û geşbûna têkoşîna jinên cîhanê silav kir û got: “ “Têkoşîna Zîlan, Sara û Bêrîtanan a ku li çiyayên Kurdistanê dest pê kir, îro li seranserê cîhanê belav bûye û ber bi serkeftinê ve diçe.” KJK'ê da anî ziman ku coşa jinan a li qada mîhrîcanê û têkoşîna wan a li cîhanê derbeke mezin a li dijî sîstemên baviksalarî xistiye. KJK’ê bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û bang li jinên cîhanê kir ku li dora têkoşîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kom bibin û wiha pêde çû: “Em têkoşîna jinan a ku ji Kurdistanê heta quncika herî dûr a cîhanê dimeşe silav dikin. Serkeftin wê ya jinên berxwedêr be."

Piştî axaftin û peyaman Koroya Zarokan a Bîel, Koma Folklorê ya Swîsreyê û Koma Dansê ya Jinên Katalanê hunerên xwe pêşkêş kirin. Di tevahiya mîhrîcanê de bi yek dengî timî dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" hat berzkirin.

Mîhrîcan bi stranên komên muzîkê, hunermendan û bi gerandina govendê heta saetên dereng berdewam kir.