Jin a Îzlandayî ya 103 salî heq ji Covîd-19 derket

Helga Gudmundsdottir a 103 salî ku li Îzlandayê dijî, piştî ku heq ji grîba Spanî derket a sedsala derbasbûyî, beriya çend rojan Covîd-19 jî têk bir.

Li gorî nûçeyekê ku li rojnameya Yekşemê hate weşandin, Gudmundsdottir a li gundekî biçûk ê bi navê Bolungarvikê dimîne, di 6'ê Nîsanê de bi Covîd-19 ketiye.

Nîşaneyeke nexweşiya Covîd-19 bi Gudmundsdottir tune bû, lê belê testa nexweşên li derdora wê û kedkarên tenduristiyê pozîtîf bû. Doktoran gotin, dibe ku Gudmundsdottir jiyana xwe ji dest bide.

Li gundê Bolungarvik ku nifûsa xwe 931 kes e Covîd-19 gelekî kêm belav bû. Li vî gundê li peravê û gundê masîran, ji mesafeya civakî heta serdana extiyaran gelek tevdîr hatin girtin.

Li gund testa Covîd-19 hate kirin, lê belê ji ber ba û bahozê ev yek hinekî tevlîhev bû. Kedkarên tenduristiyê ji paytext Reykjavikê bi helîkopterê xwe gihandin herêmê û test bi zehmetî kirin. Di nava personelên tenduristiyê de neviya neviya Gudmundsdottir Krîstîn Helga Hagbardsdottir jî hebû.

Kedkarên tenduristiyê başbûna Gudmundsdottir gelekî awarte dinirxînin. Heta niha li Spanyayê jineke 113 salî, li Amerîkayê jineke 104 salî û li Çînê jî jineke 103 salî ji vîrûsê rehet bûn.

Gudmundsdottir berê jî du caran heq ji tuberkulozê derketibû.