Ji bo werzê grev: Li 2 herzar navendan çalakî pêk tên

Li ser banga keçika Swêdî Greta Thunberg a ji bo werzê ku li xwendekaran kirî, îro li tevahiya cîhanê çalakî tên lidarxistin.

Keçika bi navê Greta Thunberg ku ji bo xelatiya Nobelê jî namzet hatiye nîşandan, êvara Pênşemê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşandibû û ragihandibû ku li bendê ye li 112 welatan, li 1.769 navendan çalakî pêk bên. Lê belê lîsteya hatî weşandin paşê hat nûkirin û hejmar ji 2 hezaran derbasî kir. Tê payîn ku çalakî herî zêde li welatên mîna Îtalya, Fransa û Elmanyayê pêk bên.

Çalakiyên destpêkê danê sibê zû li Sydney, Bangkok û Hong Kongê destpê kirin. Di van çalakiyên ku aramanç dikin siyasetmedaran di derbarê werzê de bihîstiyar bikin de tê xwestin ku gavên lezgîn bên avêtin.