Ji bo protestoya dostaniya çekan a Elman-Tirk cezayê 500 Euro

Bi armanca protestokirina Rheînmetall ku ji bo rejîma Erdogan panzeran dihilberîne 2 kesên li dijî şer pankart vekiribûn. Doza herdu îro pêk hat û dadgehê cezayê dayîna 500 Euro li her du kesên dijberî şer birî.ddfewa

Sala derbasbûyî li paytexta Elmanya Berlînê dema ku şîrketa çekan a Elman Rheînmetal bi hevkarên xwe re civîn dikir, bi armanca protestokirina hilberjîna panzeran a ji bo rejîma Erdogan kesên dijberî şer pankarta “8 Gulan 1945- Weke duh û îro şer li vir destpê kir” vekirîbûn. Polîsan êrîşî xwepêşandêran kir bi zorê pankart kom kir û ji bo 2 kesên dijberî şer daxwaza 15 hezar Euro kiribû.

2 kesên dijberî şer ên ji Frankfûrtê diyar kiribûn ku nikarin vî pereyî bidin û serî li darazê dabûn. Rûnitşina doza ku li Dadgeha Herêma Berlînê hatibû vekirin îro pêk hat. Heyeta dadgehê di rûniştina yekemin a dozê de de diyar kir ku di bûyerê de ti polîs nehatiye darizandin û ji bo her du aktivîstan li beramberî dayîna 500 Euro biryara dawîbûna dozê da.

Li pêşiya dadgehê aktivîstên li dijî şer ji bo piştevaniyê kom bûn. Nûnerê Çep a Mudaxele (Interventionistische Linke) Martîn Klos ku biryara dadgehê nirxand wiha got; “Dozekî beredayi ye encama dozê ji başiya xirabiyê ye. Divê li cihê hevalê me şefê Rehînnmetal Papperger ê ku ji bo rejîma Erdogan panzeran dihilberîne bihata darizandin.”