Ji ber pevçûna bi Talîbanê ji hezarî zêdetir leşkerên Efgan reviyane Tacîkistanê

Duh şev piştî pevçûna dijwar ya Talîbanan, zêdetirî hezar leşkerên Efgan reviyane Tacîkistanê.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Komîteya Ewlekariya Netewî ya Tacîkistanê, 1037 leşker ji yekîneyên hukumeta Efgan “Piştî pevçûna bi Talîbanan re ji bo canê xwe rizgar bikin xwe vekişandin nav xaka Tacîkistanê.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Talîbanan 6 navçeyên ku dikevin wîlayeta Bedahşan ya dikeve bakurê rojhilatê Efganîstanê û li ser sînorê Tacîkistanê ye, bi temamî xistine bin kontrola xwe.

Di hefteyên bihorî de jî ji ber pevçûnên bi Talîbanan re bi sedan leşkerên Efgan neçar man ku birevin sînorê Tacîkistanê.

Tacîkistanê ragihand ku wan “Di çarçoveya cîrantiya baş û helwesta ku xwe têkilî karê navxweyî nake” her tim destûr daye leşkeran ku derbas bibin.

Talîbanan ji dawiya Hezîranê heya niha deriyê herî girîng yê di navbera Efganîstan û Tacîkistanê û gelek rêyên diçin wî welatî xistiye destê xwe.

Her wiha navçeyên dikevin ser rêya bajarê mezin ê Kûndûzê ya bi dirêjahiya 50 kîlometreyî xistiye bin kontrola xwe.

Ji meha Gulanê ango ji dema destpêkirina fermî ya xwe vekişandina leşkerên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û şûnde Talîbanan êrîşên xwe zêde kirine. Tê payîn ku xwe vekişandina leşkerên Emerîka di rojên pêş me de temam bibe.

Encax ji ber binketinên li pey hevdu ya artêşa Efgan, pentagonê ragihand ku dibe ji ber vê rewşê leza xwe vekişandina leşkerên xwe kêm bike û li hemberî Talîbanan êrîşên hewayî pêk bîne.