Ji ber lehiya li Hîndîstanê 164 kes mirin

Li eyaleta Kerala ya Hîndîstanê, hejmara mirovên ji ber lehiyê mirin bû 164 kes.

Bîlançoya dawî ya lehiyê ji aliyê serokê hikumeta eyaletê Pînarayî Vîjayan ve hate eşkerekirin. Vîjayan got, di nava 36 saetan de 164 kes mirine û nêzî 100 kes winda ne. Vîjayan anî ziman ku eyaleta Kerala ketiye nava krîzeke giran.

Rayedarekî Navenda Rêveberiya Felaketên Xwezayî ji AFP'ê re axivî û got, 1.331 kamp li eyaletê hatine çêkirin û 147 hezar kes lê hatine bicihkirin.

Ji ber felaketê av li dehan gund û bi hezaran xaniyan qewimî. Seferên rêyên hesinî û hewayî jî hatin sekinandin. Gelek mirov bi rêya helîkopteran ji ser banê mala xwe hatin rizgarkirin.

Felaketa xwezayî bû sedem ku xisar li rêya ji 10 hezar kîlometreyî bibe ya jî bi temamî xera bike. Rayedarên hikumetê dan xuyakirin ku ava li 34 bendav û depoyên avê gelekî zêde bûye û ferman dan ku devê wan bê vekirin û av bê berdan.