Ji ber lêhiya li Çînê hejmara miriyan derket 50’î

Ji ber lêhiya li Çînê rabûyî hejmara miriyan derket 50’î.

Li gorî rayedarên Çînî, li welatê ku xwedî nifûsekî 100 milyonî ye, li bajarê Hanan ê yek ji eyaletên herî mezin a 3’an e, ji ber lêhiya rabûyî herî kêm 51 kes mirine.

Ji ber barana zêde rê hemû bûne herî. Li Cengcoû ya paytexta eyaletê ku xwe 10 milyon nifûs e, metroyek maye di bin avê de, 12 kes mirine.

Ji ber rewşa hewaya xirab jî 359 hezar kes jî hatin veguhestin, li gorî rayedarên şaredariyê jî 65,5 milyar yûani (8,5 milyar eûro) xiyan pêk hatiye.

Barana zêde li bakurê welat bi bandor e. Xînxîang û derdorî wê ya ku 90 kêlometre ji Cengcoûyê dûr e, têkiliya wê bi cîhanê re qût bûye. Çemê Weî rabû û herêm dorpêç kiriye. Di dîmenên televîzyona CCTV ya cemaweriyê hatin parvekirin de, welatiyên herêmê bi pirekê avjeniyê tên veguhestin. Bi vî rengî nêzî 9 hezar kes ji bo cihên ewle hatin veguhestin. Tê texmînkirin ku hê jî 19 hezar kes mane.

Li kolanên Weîhûî yê jî hinek herêm bi qasî bejnekê av bilind bûne.

Rojhilatê Çînê ji ber Bahoza In-fa bi metirsîdar in. Bahoz bi barana zêde bi leza 30 kêlometre ya bayê bi pêş ve diçe.Tê payîn ku roja Şemiyê Înfa li bejahiya herêma Şanghay a bi deh milyon kes lê dijî be.