Ji ber karesatên xwezayî 77 milyar dolar xisar çêbûye

Şîrketeke sîgortayê ya bi navê Swîss Re ya li Swîsreyê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di şeş mehên dawîn de ji ber karesatên xwezayî 77 milyar dolar xisar çêbûye.

Şîrketeke sîgortayê ya bi navê Swîss Re diyar kir ku di şeş mehên dawîn de ji ber karesatên xwezayî 77 milyar dolar xisar çêbûye.

Di rêjeya salane de jî ev xisar ji sedî 33 kêm bûye. Ji ber ku salên borî derdora 108 milyar dolar xisar çêdibû.

Para ku divê şîrketên sîgortayê bi cih bîne jî derdora 40 milyar dolarî ye û ev li ser rêjeya normal e.

Şîrketê diyar kir ku ji sala 2011’an û vir ve ev serdema herî bi maliyet e.