Ji ber bahoza mezin a li DYE’yê bi kêmanî 22 kes mirin

Ji ber bahoza mezin a li Tennessee ya dikeve eyaleta rojhilatê DYE’yê bi kêmanî 22 kes mirin. Li gorî bîlançoya berî vê hatibû ragihandin ku 19 kes mirine. Metirsî heye ku hejmara miryan zêdetir bibe.

Herî zêde herêma Nashvîlle ya weke paytexta muzîkê ya DYE’yê tê zanîn ji bahozê bandor bû. Li vî bajarî nêzî 40 avahî bi awayekî qismî hilweşiyan.

Saziya Rewşa Lezgîn a Tennnesseeyê (TEMA) ragihand heta niha bi qasî tesbîtkirine 22 kes mirine. Li gorî bîlançoya berî vê hatibû ragihandin ku 19 kes mirine. 

TEMA diyar kir ku li Tennessee her cihê ku bahoz lê da ziyanek mezin gihişte avahî, pir û rêyan. Bahoza bihêz a li navenda bajarê Nashvîlle da banên avahiyan firandin, dar û stûnên elektirîkê jî şikandin.

Li gorî dîmenên li ser tevnên civakî hatine parvekirin ji ber bahozê avahî hema bêje bi temamî rûxiyane, dar û dîrekên elektirîkê şikestine. Serokê Şaredariya Nashvîlle John Cooper jî li ser Twîterê daxuyaniyek da û got: “Nashvîlle êşê dikişîne, rewşa li vir pir xirab e.”