Ji ber bahoza li Fîlîpînê rabû 126 kes mirin

Li Fîlîpînê hejmara mirovên ji ber bahozê mirin, bû 126 kes.

Roja 29'ê Kanûna 2018'an, ji ber bahoza li navenda Fîlîpînê û giravên li rojhilatê welêt, lehî rabû. Her wiha erd ji şûna xwe şemitî.

Rayedaran gotin, hejmara mirovên ji ber felaketê mirine bûye 126. Piraniya kesên mirin li herêma Bîcolê ya li başûrê rojhilat ê Manîlayê bûn. Tenê li Bîcolê zêdeyî 100 kes mirin.

Ji ber bahozê, 152 hezar mirov neçar man ji cih û warê xwe derkevin. Herî kêm 75 mirov birîndar bûn.

Salê bi qasî 20 caran bahoz li Fîlîpînê radibin û rê li ber mirina bi sedan kesî vedikin. Mijdara 2013'an tayfûna Haiyan rabû û weke tayfûna herî dijwar a dîroka Fîlîpînê hate binavkirin. Ji be tayfûnê zêdeyî 7.350 kes miribûn, ya jî birîndar bûbûn.