Iraq di germahiya dijwar de bê elektirîk maye, gel bi hêrs e

Li Iraqê bi destpêkirina werza Havînê re dîsa mîna her salê pirsgirêkên elektirîkê derdikevin. Ev yek jî rê li ber bihêrsbûna gel vedike.

Li welat bi awayekî kronîk bi salan e pirsgirêkên elektirîkê derdikevin. Li welatê ku nelirêtî di asta herî jor de ye, dema ku qûbûna elektirîkê jî li ser tê zêdekirin, nerazîbûn zêdetir dibe.

Rojnameya El-Alam El-Jdîd pirsa ‘Wê li Iraqê dîsa pirsgirêka elektîrkê hebe’ kir

Di rewşa heyî de dişibe mîna banga serhildana Cotmeha 2019’an.

Li navenda welat û gelek herêmên dikevin başûrê welat li dijî qûtbûna elektirîkê çalakî hatin kirin. Paytext Bexda jî di nav de li gelek herêman pileya germahiyê gihişte 50’iyê.

Ji ber qûtbûna elektirîka kronîk êrîş jî li ser zêde bû. Li gorî çapemeniya herêmî, ji ber sabotaja elektirîkê ji derveyî Başûrê Kurdistanê li hemû herêmê elektirîk qût bûye.