Hollande: Bi Rûsyayê re axaftin pirsgirêkan çareser nake

Serokkomarê Fransa Françoîs Hollande yê ku wê di meha Gulanê de erka wî bi dawî bibe, diyar kir ku 'Ji bo çareserkirina pirsgirêkan axaftina bi Rûsyayê re' têrê nake.

Di vê pêvajoyê de ku hinek mûxalifên çep û hinek partiyên rast, bi awayekî dijwar polîtîkayên Rûsyayê rexne dikin, Hollande bi dîplomantan re civîn li dar xist û mijarên Rûsyayê nirxand.

Hollande, binî xet kir ku Rûsya di mijarên Sûriye, Îran û Ûkranayê de welatekî ku divê li ber çava bê girtine, di heman demê de têkiliyên dîrokî yên bi wan welatan re jî bi bîr xist.

Hollande anî ziman ku têkildarî daxuyaniyên ku "Divê bi Rûsyayê re diyalog bê pêşxistin" ji xwe daxuyanî tên dayîn. Hollande, binî zet kir; "Ji xwe di astekî de xetekî dîplomasî heye." Hollende diyar kir ku bendewariyên ji derveyî vê "Îlîzyone", Hollnade got: "Di her kêlî û gavê de divê bi Rûsyayê re bê axaftin têrê nake. Ji xwe ev tên kirin."

Hollande destnîşan kir ku ji ber pirsgirêkên Ûkranyayê pêkanînên li ser Rûsyayê tên meşandin enceq bi Peymana Mînsk mimkûne ku bikeve meryetê.