Hollanda wê di asta rekorê de laleyan biçîne
Hollanda ku yek ji hilberînerên sereke yên gula laleyê ye, wê di nava vê salê de 2 mîlyar laleyan biçîne.
Hollanda ku yek ji hilberînerên sereke yên gula laleyê ye, wê di nava vê salê de 2 mîlyar laleyan biçîne.
Sezona laleyan, wê roja Yekşemê bi rengekî fermî vebe û heta Roja Dayikan a meha Gulanê bidome. Beriya destpêkirina sezonê hat ragihandin ku wê ji bendewariyan zêdetir lale bên çandin.
Alîkarê Serokê saziya bi navê Yekîtiya Hilberînerên Kulîlkan a Hollandayê Andrê Hoogendîjk da xuyakirin, ku ji ber zêdebûna muşteriyên bingehîn ên li Elmanya û Rûsyayê, ew ê îsal di asta rekorê de laleyan biçînin.
Hoogendîjk ragihand, wê îsal 2 mîlyar laleyên ji cureyên cuda bên çandin û ji sedî 90'ê van laleyan bên îxrackirin.
Tê gotin, di dîroka Hollandayê de cara yekemîn e di vê astê de wê lale bên çandin. Nîvê laleyên ji derve re bên firotin, wê biçin Elmanyayê. Tevî Elmanyayê, li şûna gulan wê Rûsya laleyan bikire, ku erzantir e.
Tê payîn Hollanda îsa ji 2 hezar mîlyar laleyan 300 mîlyon Euro bi dest bixe.