Hilbijartina îro wê qedera hikûmeta Merkel diyar bike

Li Elmanya her kesî bala xwe daye ser hilbijartina Eyaleta Hessenê ya îro. Encama ku ji sindoqê derkeve bi qasî ku dikare dahatuya hikûmeta bi seroktiya Merkel a Xiristiyan demokrat/sosyal demokratan diyar bike, wê girîng e.

Li Eyaleta Hessenê ya Elmanyayê 4,4 milyon hilbijêr ji bo ku mecîsa nû ya Wîesbadenê hilbijêrin wê biçin ser sindoqê. Encamên hilbijartinê hem ji bo nîşan bide bê ka rengê hikûmeta eyaleta ku Frankfûrtê vedixwîne, ku Frankfûrtê weke navenda fînansî ya Elmanya xuya dike, girîng e û hem jî dahatuya hikûmeta federal a Berlînê girîng e.

Hevkarê din ê hikûmeta eyaletê ya bi seroktiya Volker Bouffîer ê Partiya Yekîtiya Xiristiyan (CDU), Partiya Keskan e. Modêla rêveberiyê ya ji ku ji ber rengê CDU û Keskan jê re hikûmeta 'reş-kesk' tê gotin, cara pêşî li Hessenê sazkar bûbû.

Lê li gorî ankêtan hevkarê sereke yê hikûmetê CDU wê gelek dengan winda bike. CDU ku 2015'an 38 ji 100'î deng standibû, li gorî ankêtên qenalên televizyonên RTL/ N-tv 26 ji 100'î ye.

Her wiha rêjeya dengan a partiya hevkarê dî yê hikûmeta Merkel Partiya Demokratkî a Sosyal (SPD) weke 14 ji 100'î tê texmînkirin. Tê gotin ev encamên SPD'ê, ku partiyeke herî xwedî kok a Elmanayê wê rê li ber veke ku ew û hikûmeta Merkel rahêjin hev. Ji ber ku 14'ê Cotmehê di hilbijartina Bayernê de partiya destbirayê CDU CSU û SPD gelek deng ji dest dabûn, hevkarên hikûmeta federal hêviya xwe bi Hessenê ve girêdabûn.

PARTIYA ÇEPGIR DIBE KU DENGÊ XWE DU CARAN LI XWE ZÊDE BIKE

Tê gotin dibe ku Partiya Keskan mîna ya Bayernê li Hessenê jî surprîzekê bike. Li gorî ankêtan rêjeya Keskan ku berê 11 ji 100'î bû, nha 21 ji 100'î xuya dike. Her wiha tê payin ku Partiya Çep jî surprîzekê bike.

Dibe ku Partiya Çep bigihije banda 10 ji 1002î. Heke Partiya Keskan û Çep bi van rêjeyan ji hilbijartinê derkevin ji ber rengê partiyan hikûmeta ''sor-sor-kesk' dibe ku were rojevê.

ENCAMÊN HESSENÊ DIKARE BERLÎNÊ TEVLÎHEV BIKE

Pirsa herî girîng jî ew e ku CDU li Hessenê 12 ji 100'î dengan ni dest bide, wê dahatuya hikûmeta federal a Berlînê wê çawa be? Têkçûna giran a li Hessenê wê zexta li ser serokwezîra nû Merkel giran bike. Li kulîsên Berlînê li ser du senaryoyên ji bo Merkel xirab tê axafttin; Meclîsa Federal biçe dengdana pêbaweriyê an jî biryara hilbijartina pêşwext bistîne.

Beriya niha 205'an di hilbijartinên Eyaleta NRW'yê de ji ber sedema ku SPD'ê gelek deng ji dest dabûn, serokwezîrê wê demê Gerhard Schroder, li Meclîsa Federal çûbû dengdana pêbaweriyê û piştre jî biryara hilbijartina pêşwext hatibû stanin. Pêvajoyeke mîna destpêka dawiya serdema Schroder dibe ku li Hessenê ji bo Merkel jî çêbibe.