Gelo hevkariya qirêj a Îtalya-Tirkiyeyê ye, yan jî serîtewandine?

Hemwelatiya Îtalyayê Sîlvîa Romano ya ku li Kenyayê ji aliyê rêxistina terorîst El Şebab hatibû revandin di 9’ê Gulana 2020’an de bi operasyonekê hatibû rizgarkirin. Ev operasyon ji operasyoneke rizgarkirinê wêdetir e.

Tifaqa qirêj a Tirkiye û Îtalyayê, siyaseta şantajê ya ku Tirkiyeyê ji ser komên Îslamîst ên radîkal ava kiriye, wê hê gelekî were nîqaşkirin.

Tirkiye bi rêya têkiliyên xwe yên kûr hevdîtin bi van komên Îslamîst daneniye û beramberî wê jî 1,5-2 milyon eûro nestanda, jixwe hikumeta Îtalyayê di vî warî de tu daxuyaniyeke fermî neda, wê helwesta dewleta Îtalyayê têra xwe mirovperwer û bi hurmet bûya. Lê mesele tarî û tevlihev e.

Sîlvîa Romano 18 meh berê ji aliyê çeteyên El Şebab hatibû revandin. Romano ji bo ‘saziyeke alîkariyê’ ya li Efrîkayê dixebitî. Erdogan ev çeteyên El Şebab fînanse dike. Bi hevkariya MÎT’a Tirk û îstîxbarata Îtalyayê Romano di 9’ê Gulana 2020’an de hate ‘rizgarkirin’.

Ligel ku şertên karantînayê ji holê ranebûye, serokwezîr Gîûseppe Conte û Wezîrê Karê Derve Lûîgî Dî Maîo ew pêşwazî kirin.

Tirkiye û hikumeta Îtalyayê di siyaseta Lîbyayê de li ser hin xalan li hev kirine. Îtalya ji bo ku destkeftiyên bazirganî yên li Îtalyayê winda neke, biryar da ku piştgiriyê bide hikumeta Trablûsê ya ku Neteweyên Yekbûyî piştgiriyê dide wê. Ewlekariya şîrketa petrolê ya ENI’yê jî ji aliyê komên çete û leşkerên Tirk tê kirin. Hemû kes dizane ku siyaseta hikumeta Trablûsê ji aliyê Tirkiyeyê tê kirin û bi rêya çeteyan dixwaze li Lîbyayê serweriyê bi dest bixe. Ewlekariya bazirganiya Îtalyayê jî ketiye bin berpirsyariya çeteyên dewleta Tirk!

Rojnameya bi navê Afrîca Expres a li Îtalyayê li ser navê Cornelîa I. Toelgyes nivîsek da weşandin. Di nivîsê de qala tora sîxurên dewleta Tirk ên li herêmê tê kirin. Di nivîsê de tê diyarkirin ku koma şîrketan a Albayrak bi peymaneke 20 salî wê lengergeha Mogadîşû ava bike, Tirkiyeyê di sala 2016’an de sefaret û di sala 2017’an de jî baregeha xwe ya leşkerî ya herî mezin vekiribû. Di nivîsê de bal tê kişandin ser vî tiştî ku Îtalya zemînê ji Tirkiyeyê re vedike ku xwe bera nav Efrîkayê bide.

Teolgyes diyar dike ku Îtalyayê ser lêpirsîna pereyan a Bîlal Erdogan jî girtiye û bal tê kişandin ser vî tiştî ku li Tirkiyeyê nêzî 1400 şîrketên Îtalyayê hene.

Bi vê re jî derdikeve holê ku armanca vegera Romano ya li welat ne ‘rizgarkirinek e’.