Her wezîfe bi fedekarî girt ser xwe

Xwînda Çiya piştî Şoreşa Rojava beşdarî nava refên gerîla bû û bi xwestek û biryardariya xwe ji hevrêyên xwe re bû mînak. Her wezîfe bi fedekariyeke mezin girt ser xwe û li dijî şert û mercên zehmet li ber xwe da.

XWÎNDA ÇIYA

Xwînda Çiya (Necla Ehmed Silêman) 4’ê Tebaxa 2024’an di êrîşa dewleta Tirk a li ser Xakurkê de şehîd bû. Xwînda Çiya çandeke bi hêvî û berxwedanê dagirtî, weke mîrate hişt.

Necla Ehmed Silêman li bajarê Dêrika Hemko ya Rojava di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Ji ber ku girêdayî nirxên neteweyî yên Kurdî bû û di nava têkoşînê de cih girt, ji temenê zarokatiyê û şûnde Tevgera Azadiya Kurd nas kir. Di salên 2011-2012’an de ku çirûska Şoreşa Rojava vêket, jinan di nava civakê de bandora xwe zêde kir; di warê leşkerî, siyasî û civakî de pêşengî ji şoreşê re kir. Vê yekê Necla pir bandor kir. Fêr bû ku sekna şervanên jin a jixwe bawer û bi biryar, encama kedên Rêber Apo ya ji bo Rojava ye. Piştî ku ev fêm kir, hîn zêdetir ket nava hewldana fêmkirinê.

Bi Şoreşa Rojava re li bajaran, gundan û bajarokan di çarçoveya xebatên perwerdeya ji bo jinan de, beşdarî perwerdeya çek û xweparastinê ya li gundên şervanên YPJ’ê bû. Weke jineke Kurd dema çek girte destê xwe, bawer kir ku ew dikare xaka xwe biparêze. Ji şervanên ku li dijî êrîşa çeteyan a li ser Rojava bi lehengî têkoşiyan û şehîd bûn, pir bandor bû. Di sala 2016’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Ji bo ku di jiyana xwe ya gerîla de girêdanbûn û hezkirina xwe ya bi çiyê re vebêje, navê xwe kir Xwînda Çiya.

BI XWESTEK Û BI BIRYAR BÛ

Xwînda Çiya perwerdeya xwe ya destpêkê li Herêmên Parastinê yên Medyayê wergirt û li ser bingehê felsefeya Rêber Apo di warê leşkerî û îdeolojîk de pisporbûn kir armanca xwe ya sereke. Li ser rêya ku bi xwesteka azadiyê destpê kirî de, bi gavên jixwe bawer ber bi pêş ve çû; di sala 2020’an de beşdarî akademiyên leşkerî bû. Di gelek branşên leşkerî de bû pispor û xwe ji pêvajoya şerê zehmet re amade kir. Bi xwestek û biryardariya xwe ji hevrêyên xwe re bû mînak.

BI FEDEKARIYEKE MEZIN BEŞDAR BÛ

Pir dixwest ku di nava çiyayên Kurdistanê de yek bi yek bigere, ji her çemê berdaxek av vexwe û ji her darê fêkiyekê bike çanta xwe. Ji bo ku erdnîgariyeke wiha bedew li dijî dijmin biparêze, bi îdîa û biryardariyeke mezin derbasî herêma Xakurkê bû. Li Xakurkê mîna Bêrîtan (Gulnaz Karataş) gelek fermandar û şervanên hêja têkoşîn meşandine, lewma ji bo Xwînda jî wateyeke wê ya cuda hebû. Hîs kir ku barekî hîn girantir li ser milê wê ye û ji bo bibe layiqê vê wezîfeyê ket nava hewldanê. Lewma bi fedekariyeke mezin her wezîfe girt ser xwe û li dijî şert û mercên zehmet li ber xwe da.

Xwînda û hevrêya wê Asrîn Bawer (Sevda Topçu) di gelek çalakiyên li dijî dewleta Tirk a mêtinger hatin lidarxistin de, bûn xwedî ked û 4’ê Tebaxa 2024’an di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûn. Xwînda heta nefesa xwe ya dawî bû xwediyê jiyan û têkoşîneke fedayiyane û ji hevrêyên xwe re çandeke bi hêvî û berxwedanê dagirtî weke mîrate hişt.