BI DÎMEN

Li Sirînê şevbuhêrka hunerî

Li bajarê Sirînê bi dirûşmeya ‘Bi rihê Netewa Demokratîk em ê fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin’ şevbuhêrkeke hunerî hat lidarxistin.

ŞEVBUHÊRK

Di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ û di rêzeçalakiya wê de li bajarê Sirînê şevbuhêkeke hunerî hat lidarxistin. Şevbuhêrk li hola Çand û Hunera Bajarê Sirînê hat lidarxistin.

 

Di şevbuhêrkê de deqeyekê rêz hat girtin û piştre jî Hevseroka Tevgera Çand û Huner a bajarê Sirînê Henen Xalid axivî û diyar kir ku ew ê bi ruhê netewa demokratîk azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bikin. Xalid destnîşan kir ku her netew wê bi çanda xwe bikaribe li hemberî wê sîstema înkar û êşkenceyê ya li Îmraliyê rabe û got: “Em ê azadiya Rêberê xwe misoger bikin.”

Piştre jî komên ji bajarê Sirîn û Kobanê bi stranên xwe yên hunerî şevbûhêrk dewlemend kirin.