Li Japonyayê 60 hezar kes ji ber talûkeya lehiyê hatin tehliyekirin

Rayedarên Japonyayê ji ber talûkeya lehiyê roja Şemiyê ferman dane ku zêdetirî 60 hezar welatiyên ku li navîna welat dijîn, werin tehliyekirin û ragihandin ku welatiyek jî winda bûye.

Wezareta Herêman ragihand ku li gorî saeta herêmî di saet 11.00’an de li ser deh çemên li herêmê lehî rabûye.

Hate ragihandin ku sê ji van çeman bi ser de avêtine û lehî gihaye jîngehê li derdorê. Rayedar têkildarî zirara avahî û binesaziyan dinirxînin.

Rayedaran dan zanîn ku 44 hezar 700 şêniyên  li bajarokên Wajima, Suzu û Notoyê ên girêgayî vîlayeta Ishikawayê neçar mane ku herêmê biterikînin.

Li gorî Ajansa Rêveberiya Afet û Şewatê jî ferman hatiye dayîn ku nêzîkî 16 hezar welatiyên li Eyaleta Niigata û Yamagatayê  werin tehliyekirin.

Her wiha Wezareta Herêman ragihand ku gelek bîna di bin avê de mane, ji ber hezazê rê hatine girtin û li Wajimayê jî kesek winda bûye.

Her wiha Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê  li vîlayeta Ishikawayê li hemberî talûkeyan hişyarî da.

Her wiha hêjayî bibîrxistinê ye ku di salên dawî de li hin herêmên Japonyayê baran zêde dibarin û di encama lehî û hezazan de welatî jiyana xwe ji dest didin. Pispor jî dibêjin ku ji ber veguherîne avûhewayê zêdebûna felatekên bi vî rengî nayên texmînkirin.