DEM Partî: Ne Rabîa Oner, divê çete werin darizandin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li hemberî biryara girtina Rojnamevan Rabîa Oner û serdegirtina mala wê ya li Colemêrgê nerazîbûnên xwe nîşan da ku Oner çeteyên şerê taybet eşkere kiribûn.

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û di daxuyaniya xwe de got: ‘’Hûn nikarin sûcên xwe veşêrin. Derxistina biryara girtina Rabîa Onerê tê wateya astengkirina mafê ragihandin û rewakirina sucên çeteyên li Colemêrgê.’’

Daxuyaniyê bi van gotinan berdewam kir: ‘’Divê ne derheqê Rabîa Onerê de divê derheqê kesên ku berê jinên ciwan didin tiryak û fuhûşê de biryara girtinê were  dayîn.

Tevî ku îfadeyên şahidan li holê ne ku çeteyan li Colemêrgê jinên ciwan xistine xefika tiryak û fuhûşê jî derheqê çeteyên sûcdar û hêzên piştgiriyê didin wan de lêpirsin nayê destpêkirin ku ev yek jî tê wateya hevkariya sûcê çeteyan.’’

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de hişyarî jî da rayedaran û daxuyaniya xwe bi van gotinan qedand: ‘’Em rê nadin ku hêzên paramîlîter û çeteyên hevkar jinên ciwan, ciwan û civakê bi van rêbazên xwe yên şerê taybet jehrî bikin. Em ê weke hemû caran li hemberî van yekan li ber xwe bidin. Hûn nikarin jiyana jinên ciwan tarî bikin.

Ne Rabîa Oner, divê çeteyên ku li Colemêrgê hatine eşkerekirin, werin darizandin.’’