Li ser sûîkasta MÎT’ê û gefên wê ya li Silêmanî serdana NY kirin

Komeleya Karkerên Mezopotamya têkildarî êrîş û sûîkastên li ser endamên wê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, bi nûnertiya NY’Yê re civiyan.

Şandeyek ji Komleya Karkerên Mezopotamya pêk tê, bi nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a Silêmaniyê re civiyan.

Şandeyê bi taybet bal kişnd ser êrîşa li ser Ferhat Başkonû yê endamê wan û dîsa sûîkasta li dijî Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût (Şukru Serhed).

Hate gotin ku ev êrîş ji aliyê servîsa îstixbaratê ya Tirk MÎT’ê ve hatiye kirin û dîsa hate diyarkirin ku gef li endamên Komeleya Karkeran ên Mezopotamya tên kirin û sîxuriyê li ser wan ferz dike.

Komeleyê belgeya ku hejmara telefon û dengên hatine tomarkirin jî pêşkêşî NY’yê kirin.

Li gorî çavkaniyên komeleyê, diyar kir ku Nûnertiya NY’yê di fera rewşê de ye, wê asayîşê jî agahdar bikin.

Ragihand ku ji bo veguhestina mijarê ya hikûmeta navnedî û qada navneteweyî wê hevdîtineke bi nûnertiya NY’yê ya Bexda re jî amade bikin.