Di êrîşa li dijî fermandariya Hîzbûllahê de 16 kes hatin kuştin

Hat ragihandin ku Îsraîlê li dijî civîna hêzên fermandariyê ya Hizbûllahê êrîşek pêk aniye.

Çavkaniyekî nêzî Hîzbûllahê, roja Şemiyê ji AFP'ê re axivî û diyar kir ku Îsraîlê li taxên başûrê Beyrûtê civîna fermandariya yekîneya Ridwan a Hîzbûllahê kir hedef.

Hate ragihandin ku di êrîşê de 16 endamên Hîzbûllahê hatine kuştin. Heman çavkaniyî, da xuyakirin ku fermandariya hêza Ridwan di civînekê de bûne hedefa êrîşê.

Her wiha çavkanî, diyar kir ku serokê hêza bijare û fermandarek payebilind di nav kesên hatine kuştin de hene.

WEZÎRÊ TENDURISTIYÊ: 3 JÊ ZAROK 31 KES MIRIN

Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê Fîras Abiad, da zanîn ku di êrîşa Îsraîlê ya li ser taxên başûrê Beyrûtê ku roja Înê pêk hat de 3 jê zarok, 7 jin û 3 Sûriyeyî bi giştî 31 kes hatin kuştin.

Abîad, her wiha diyar kir ku 2 jê giran 68 kes birîndar bûne û got ku ji van birîndaran 53 kes hatine dermankirin û ji nexweşxanê hatine derxistin.

JI ROJA SÊŞEMÊ Û VIR VE HEJMARA MIRIYAN GIHIŞT 70 KESÎ

Wezîrê Tenduristiyê Fîras Abîad, ragihand ku du birîndarên di encama teqîna alavên ragihandinê yên Hîzbûllahê ya roja Çarşemê jî, mirine.

Bi vî rengî di encama teqînên alavên ragihandinê yên roja Sêşem û Çarşemê û êrîşa Îsraîlê ya li dijî Hîzbûllahê de hejmara miriyan gihişt 70 kesî.