Ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, li 3 bajaran çalakî

Endamên ÎHD û xizmên windayan li Amed, Êlih û Colemêrgê ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, lêgerîna xwe ya edaletê domandin.

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 815’emîn de çalakiya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” lidar xist. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû hat lidarxistin. Xizmên Windayan, nûnerên rêxistinên sivîl tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan û pankartek wêneyan jî li erdê hat raxistin.

Tevî barîna baranê jî çalakî hat lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta ferdên malbatên Dîlek (3), Gulîzar (34) û Duzalî Serîn (34), Hatun (25), Elîf (20), Yeter (18) û Haydar Işık (60) ên di 24’ê îlona 1994’an de li mezraya Mirikê ya ser bi gundê Seyidxana Dêrsimê ve ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û carek din agahî ji wan nehat girtin pirsîn û her wiha li faîlên Alî Işik ê li biniya Qereqaola Cendirmeyan a Gokçek cenazeyê wî hat dîtin, pirsîn.

Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê parêzer Berfîn Elçî, serpêhatiya windakirina ferdên her du malbatan xwend.

Berfîn Elçî tiştên hatine serê ferdên malbata Işik û Serîn wiha vegot: “Mezraya Mirikê her tim bi serdegirtina leşkeran re rû bi rû maye. Leşkerên girêdayî Fermandariya Tûgaya Komandoya Bolû Dagiyê ya di bin fermandariya Tuggeneral Yavûz Erturk de diavêjin ser mezraya. Mal û milkên gundiyan tên bombebarankirin û şewitandin. Leşker paşê jî ji her du malbatan Hidir Işik, Hatun Işik, Yeter Işik, Elîf Işik, Duzalî Serîn, Gulîzar Serîn û Dîlek Serîn a 3 salî dikin binçavan. Carek din ji van kesan agahî nayê wergirtin.

Alî Işik jî tiştên hatine serê malbata wî paşê dibihîze û diçe mezrayê. Alî Işik jî tê kuştin û di 8’ê cotmeha 1994’an de bi awayek ku serê wî hatiye perçiqandin tê dîtin. Cenazeyê wî li biniya Qereqola Cendirmeyan a Gokçekê tê dîtin. Malbat serî li her deverên qanûnî didin. Lê Qereqola Gokçekê ji malbatan re dibêje, ‘Me jî wan nedîtiye’. Dozgerê Komarê naçe cihê bûyerê û lêkolînê nake. Malbat, bi daxwaza ku Meclis lêkolînê bike serlêdanê dike. Lê di bersiva Meclisê de ya ji bo malbatan tê dayîn dixin stûyê rêxistinê. Ji wê rojê ve tu agahî ji her heft ferdên malbata Serîn û Işik nayên wergirtin.”

Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna 7 kesên winda, Alî Işik û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

ÊLIH  

Xizmên Windayan û ÎHD’a Êlihê jî bi heman daxwazê di hefteya 551’emîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê çalakî li dar xistin. Xizmên Windayan, parêzvanên mafên mirovan, rêveberên OHD, MEBYA-DER’ê tevlî çalakiyê bûn.

Di çaçakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz ê di sala 1992’yan de li Farqîn3e ji aliyê Hîzbûlahê ve hat revandin û windakirin, hat pirsîn.

Rêveberê ÎHD’a Êlihê parêzer Sînan Îslam Gegîn daxuyanî da û diyar kir ku ew ê her li aqûbeta windayan bipirsin û serpêhatiya windakirina Akyildiz xwend.

Çîroka Mehmet Zekî Akyıldiz ê ku di sala 1993'yan de li navçeya Farqînê ji aliyê endamên Hîzbûllahê ve hat revandin û windakirin wiha ye: “Mehmet Zekî Akyildiz di sala 1992'yan de dema li Dibistana Navîn a 60. Yilê dixwîne, ji aliyê Hîzbullah a îlegal ve gelek gef li wî tên xwarin. Rojekê dema li Farqînê li mala xwîşka xwe bûye, diçe sûkê û careke din venegeriya malê. Carek din aagahî ji wî nayê girtin. Piştre jî li gorî agahiyên ku malbata wî bihîstine, li gundê Sûsayê yê Farqînê sitargehek hebûye û kesekî ku navê wî nehate zanîn bi hewldana xwe ji vê stargehê direve. Li gorî agahiyên ku ev kes dide, di stargehê de 7-8 kes hebûne. Kes kesî nedidît. lê wan nav, paşnav û navên gundên xwe bi qîrkirinê ji hev re gotine. Ew kesê ji wir rizgar dibe ji malbatê re dibêje ku kesek wisa li wir bûye. Malbat serî li Qereqola Cendirmeyan a Farqînê dide lê bersivek qanihkirî û piştrast nadin malbatê.

Piştî salan ji şaxa leşkeriyê kaxezê gazîkirinê ji bo bavê M. Zekî Akyildiz tê. Bavê wî Salîh Akyildiz diçe qereqol û ji wan re dibêje ku di sala 1992’yan de Hîzbûllahê lawê wî revandiye û winda kiriye. Lê belê şaxa leşkeriyê guh nade gotinên Salîh Akyildiz û naxwaze jê bawer bike. Leşkerî jê re dibêje, ‘lawê te tev li PKK’ê bûye. Neyê ji me re nebêje Hîzbullahê wî revandiye’. Ji wê rojê ve agahî ji Akyildiz nayê girtin û winda ye.”

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.

COLEMÊRG

Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’a Colemêrgê jî bi heman daxwazê di hefteya 141’emîn de li Kuçeya Hunerê ya Geverê çalakî li dar xistin. Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê wêneyên windayan hildan. Parlamenterê DEM Partiyê yê Geverê Onûr Duşunmez û rêveberên DEM Partiyê, Hevşaredarên Geverê, Dayikên Aştiyê û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiya vê hefteyê de li faîlên Mehmet Reşît û Veysel Îşbîlîr ên ku di çalakiya li dijî rûxandina goristanan de 6’ê kanûna 2013’an de li Geverê ji aliyê polîsan ve hatibûn kuştin, hat pirsîn.

Metna daxuyaniyê rêveberê ÎHD’a Colemêrgê parêzer Eren Baskin xwend û qala bûyerê kir û xwest ku faîl ango kujerên Veysel û Mehmet Reşît Îşbîlîr bên dîtin. Baskin got heta ku winda bên dîtin û faîl bên girtin dê têkoşîna xwe bidomînin.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.