Hejmara qurbaniyên erdheja li Haîtiyê gihîşt 2189 kesî

Bîlançoya erdheja li Haîtiyê roj bi roj giran dibe. Piştî erdhejê, bahozê bandor li welêt kir. Heta niha pêwîstiya 600 hezar kesî bi alîkariya lezgîn heye.

Piştî erdheja bi mezinahiya 7.2 pileyî ya çend roj berê, vê carê bahozê bandoreke giran li Haîtiyê kir. Ji ber bahozê karê lêgerîn û rizgarkirinê asteng bû.

Rayedaran diyar kirin ku ji ber erdhejê 2189 kesî jiyana xwe ji dest dan, hejmara birîndaran jî 9900 kes e. Lê belê tê gotin 600 hezar kesên ku ji ber erdhejê zerar dîtine pêwîstiya xwe bi alîkariya mirovî ya lezgîn heye.

Dîrektorê Navenda Operasyonê ya Destwerdana Lezgîn a Neteweyî Jerry Chandler got, "Ji ber erdhejê pêwîstiya 600 hezar mirovan bi alîkariya lezgîn a mirovî heye. Her wiha ji bo ewlehiyê jî divê em derfetan biafirînin. Em zanin ku li deriyê başûr ê paytext Port aû Prînce pirsgirêka cidî ya derketinê neye."

Du meh in li taxa Martîssant a paytext Port au Prînce şete bi hev ketine, lewma mirov nikarin bi rengekî ewle tevbigerin.