Hejmara kesên li Çînê ji ber lehiyê mirin 300 kes derbas kir

Hejmara kesên ji ber lehiya li navenda Çînê rabibû jiyana xwe ji dest danî bû sê qat, 300 kes derbas kir.

Rayedarên herêmî têkildarê lehiya ku 20’ê Tîrmehê li navenda welat rabû bîlançoyeke nû dan.

Li gorî bîlançoya hatî dayîn hejmara kesên jiyana xwe ji dest danî derket 302 kes û 50 kes jî wenda ne.

Ji ber barana zêde li bajarê metrepol a vîlayeta Henan Cengcoû’yê lehî rabû, stasyoneke metroyê û tunelek bi temamî di bin avê de hişt û bi dehan wqesayît bi xwe re bir.

Tê gotin ku ev rewşa hewaya herî xirab ya li Çînê di nava 60 sal berê ango ji destpêkirina pîvandina meterolojiyê heya niha, ji germahiya global çavkaniya xwe digre.