Hejmara kesên ji ber balafira li Fîlîpînê ketibûn xwarê miribûn derket 50’î

Hejmara kesên ji ber balafira roja Yekşemê li Fîlîpînê ketibû xwarê, miribûn derket 50’î kesî.

Roja Yekşemê di dîroka artêşa Fîlîpînê de bû yek ji qezaya herî berdêl giran. Balafira bi tîpa C-130 piranî dîplomatên nû yên leşkerî 96 kes têde bûn. Yekîneyên leşkerî ji bo têkoşîna bi serhildêrên Îlamî yên li Gireva Jolo bikin ketibûn ser rê.

Tevî ku rewşa hewayê jî baş bû, balafirê ji pîstê derket û negiha hêz bigire û bifire û kete xwarê.

Berdevkê artêşa Fîlîpînê General Adgard Arevalo daxuyaniyek da û diyar kir ku 47 jê leşker, 3 sivîl bi giştî 50 kes jiyana xwe ji dest dane. Bi dehan kes jî birîndar in.

Berî niha di qezaya balafirê ya li Fîlîpînê ya saal 1971’an pêk hatibû de, 40 kes jiyana xwe ji dest dabûn.