Hamasê Komîteya Îdarî ya li Gazzeyê betal kir

Hamas, Komîteya Îdarî ku beriya niha li Gazzeyê ava kiribû, betal kir.

Piştî serdana rêveberiya Hamasê ya li Misrê, ku hefteya bihurî pêk anî, bûyerên balkêş diqewimin. Di daxuyaniya nivîskî ya Hamasê de hat ragihandin, Misir bi hewldanên ji bo dawîanîna li parçebûna siyasî ya Fîlîstînê qayil bûye û diyar kir, ku Komîteya Îdarî ya li Gazzeyê hatiye betalkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, divê Hikumeta Lihevkirinê ya Fîlîstînê li Gazzeyê 'derhal' wezîfeyê dewr bigire, hilbijartinên giştî bike û Hamas ji diyaloga bi Tevgera Fetîh re amade ye.

Hamasê bang kir, ku Peymana Qahîreyê ya 2011'an bi cih were anîn û ji hemû komên Fîlîstînî yên mohra xwe danîne binê peymanê, hikumeteke yekîtiya neteweyî bê ava kirin.

Komîteya Îdarî ya ku hikumeta Hamasê li Gazzeyê meha Adarê ji bo rêvebirina karê hikumetê ava kiribû, ji aliyê rêveberiya Fîlîstînê ve nehatibû qebûlkirin.

Çavdêrên siyasî dibêjin, Hamasê bi Misrê re li hev kiriye û êdî berê xwe ji Rêxistina Birayên Misilman dizîvirîne.