Hamaney: Bi DYA’yê re ew ê ne şer û ne jî hevdîtin pêk were!

Serokê dînî yê Îranê Alî Hamaney diyar kir ku ew ê bi DYA’yê re ne hevdîtinan û ne jî muzakereyan bikin.

Serokê dînî yê Îranê Alî Hamaney li ser twîtterê bi Îngilîzî peyamek weşand. Hamaney got ku, “Rayedarên Amerîkayê demeke dirêj e, qala me dikin. Ji xeynî zextan qala şer û hevdîtinê dikin. Ka bihêlin ez tiştekî bibêjim: BI DYA’YÊ RE NE ŞER Û NE JÎ HEVDÎTİN EW Ê PÊK NEYÊ’

Piştî ku di meha Gulanê de DYA dev ji peymana nukleer a bi Îranê re berda, îxtîmala pêkhatina muzakereyan hatibû kirin.

Banga diyalogê ya ku Serokê DYA’yê Donald Trûmp beriya 6’ê Tebaxê kiribû, ji aliyê Îranê ve hatibû redkirin.

Trûmp gotibû,”Hêvîdar im ji bo Îranê ew ê rewş baş be. A niha gelekî ditengijin. Bawer im piştî demeke kurt ew ê bi me re biaxivin. Belkî jî na, lê ev jî baş e.”

Di rojên dawîn de di navbera Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî û di navbera aliyê mûhafazakar de têkildarî hevdîtinên bi DYA’yê re sûcdarî tên kirin û fikrên cihê tên gotin.

Eniya Hamaney diyar dike ku Rûhanî û alîgirên wî desthilatdariyê li hemberî DYA’yê biçûk dikin û ev tê wateya ‘îxanetê’. Alîgirên Rûhanî jî reqîbê xwe bi nezanîna polîtîkaya derve sûcdar dikin.