Gerîlayên ELN’ê 6 dîl berdan

Nezelalbûna siberoja muzakereyên di navbera gerîlayên ELN û hikûmeta Nû ya Kolombiyayê de dom dike, gerîlayên ku beriya niha gelek kes girtibûn berdan.

Piştî peymana aştiyê ya di navbera Yekîneyên bi Çek ên Şoreşa Kolombiya (FARC) û  hikûmeta serok dewletê berê Jûan Manûel Santos de ya sala 2016’an hate îmzekirin û şûnde bi dawîkirina têkoşîna re, bû tevger gerîla ya biçek a herî mezin a Artêşa Rizgariya Netewî (ELN).

Ji bo dewamkirina muzakereya  ku ev du salin di navbera serokê dewletê yê nû rastgir Îvan Dûqûe ya li gel ELN’ê de dewam dike, bi şertê serbestberdana hemû dîlan re muzakere xistiye nava xeteriyê.

ELN biryara hinek dîlên di destê xwe de berde da. Li gorî daxuyaniya ji aliyê Komîteya Xaçasor a Navneteweyî (ÎCRC), di meha Tebaxê de 6 kesên ji aliyê ELN’ê ve hatibû girtin, hetine berdan.

ÎCRC a li ser hesabê Twîtterê daxuyanî da, diyar kir ku kesên li eyeleta Choco hatibûn girtin, wê di demek kin de bigihêjin malbatên xwe.

PIŞTÎ FARC’Ê MUZAKEREYÊN BI ELN’Ê RE GIRÎNG IN

Li Kolombiyayê FARC a yek ji rêxistinên pêşengtî ji serhildanên gundan ên slaa 1964’an re kirî, di sala 2016’an de di çarçoveya peymana aştiyê de sala 2017’an çekên xwe radestî rêveberên NY’yê kiribûn. Biryara 7 hezar gerîlayên FARC’ê tevlî siyaset û qada jiyanê bibin hate girtin, tê zanîn ku hinek komên li dijî peymanê derketin çek nedanîne.

Li gel tevlîbûna FARC’ê ya nava siyasetê re, li gel ELN a xwedî herî kêm 2 hezar û 500 gerîlayî ye di serê sala 2017’an de muzakereyên ku li Ekvatorê destpê kiribû, di mehên borî de derbasî Kubayê hatibû kirin. Lê berçavgirtina Serok Dewletê nû Îvan Dûqûe ya daxwazên tevgera gerîla yên li dijî peymana aştiyê rê li ber fikaran vedike.