Gerîla: Vekişîn di rojeva me de tune
Gerîla: Vekişîn di rojeva me de tune
Gerîla: Vekişîn di rojeva me de tune
Gerîlayên HPG û YJA-Starê bersiv dan daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk ên derbarê vekişîna gerîlayan ji nav sînorê Bakûrê Kurdistanê û gotin: “Niqaşek wiha di rojeva me de nîne.” Gerîlayan da zanîn ku ew dixwazin berevajoyê vê yekê bikin û hêzên gerîlayan li her derê belav bikin.
Gerîlayên Kurd ku li çiyayên Kurdistanê bersiv dan pirsên rojnamevan Erdal Er, bersiv dan daxuyanî û nîqaşên raya giştî yên derbarê vekişîna hêzên gerîlayan ji Bakûrê Kurdistanê de. Hevpeyvîna rojnamevan Erdal Er bi gerîlayan re kir wiha ye:
Xêr hatî, navê te çiye?
Sipas, hûn jî. Navê min şoreşîn Baz
Başe, ji bo komplo tê çi bêjî?
Şoreşîn Baz: ji bo komploya li ser serokatiyê pêk hatî di serî de ez dikarim bibêjim di şexsê serokatiyê de li ser jinê, mirovahiyê komplogerî hat çêkirin. Dîsa di serî de ez şehîdên me yên xwe li dora serok kirin çembereke ji agir bi bîr tînim. Ev komploya kul i ser serokatiyê hat çêkirin ne hêsanbû, em dibêjin roja reş; ji bo hemû mirovahiyê, ji bo Kurdan rojeke wisa ye. Dixwestin bi vê komployê di kesayetiya serokatiyê de gelê Kurd winda bikin, tine bikin. Ji bo vê yekê xwestin bîrdozî û felsefeya Rêber Apo tine bikin. Raste dibe ku Rêber Apo esîr hatibe girtin, niha di navbera çar dîwaran debe lê bîrdozî û felsefeya Rêber Apo tu carî esîr nayê girtin. Û nikare bê girtin. Bîrdozî, felsefe û xeta Rêber Apo din av me de berdewam e. Komplo encam negirt, Rêber Apo bi fikr û ramanên xwe komplo puç kir. Xwestin vîna gelê Kurd bişkinin, bi tefînin, gelê Kurd di statuya koletiyê de bi hêlin, bigirin, bê azadî, bê nasname bi hêlin û jiyanek bê wate li ser Kurdan ferz dikirin. Gelê Kurd ev tişt qebûl nekir.
Hikimeta AKP’ê çareseriyê niqaş dike, baweriya te heye an na.
Şoreşîn Baz: Hikimeta AKP’ê baweriyê nade, berê got pirsgirêka Kurd pirsgirêka meye, emê vê pirsgirêkê çareser bikin, niha çi dibêje, dibêje pirsgirêkek bi navê Kurd tineye. Bi xwe re nakokiyê deye, psikolojiyeke ne başe, dema borî de Erdogan wisa got, hiha jî tiştên pir cuda dibêje, ev çi gotinin ev çi kirinin, nizane çi dibêje. Em baweriya xwe bi AKP’ê nayinin. Dibêjin em bi Rêber Apo re hevdîtnê çêdikin, em dixwezin pirsgirêkê çareser bikin lê bi vê re jî komployê didin berdewam kirin. Em dibêjin komplo berdwame, komplo tucar nesekiniye. Li parîsê komplo li ser heval sakîne hat çêkirin. Ev tê çi manê pêşengên tevgera me yên ku gelê Kurd anîne vê merhelê dixwazin tine bikin, ez dikarim bêjim bi awayekî fîzîkî wan tine bikin jî felsefa wan , bîrdoziya wan berdewam dike. Tucarî nikarin tine bikin. Ji ber ku gelê me jî êdî hişyar û li ser piya ne. Li bakur, başur, rojhilat, rojava gel li ser piya ye, di serhidanê deye.
Tu rojava çawa dinirxînî, çawa dibînî, polîtîkaya AKP’ê çawa dinirxînî?
Şoreşîn Baz: Rewşa niha li rojava tê jiyin projeya Rêber Apo ye lewra AKP dixwaze vê projeyê jî bi fetisîne lêbelê ev negengaz. Ango dixwaze projeya xweseriya demokratik a ku niha li rojava tê birêxistin kirin tine bike, bê wate bike. Ev çeteyên ku tên derbas kirin jî hemû bi vê armancê ne. Bi teybet dixwazin serêkaniyê têxin bin kontrola xwe, çima ji ber ku wir wekî bajarekî lewaz dibînin, hesab dikin ku têkevin wir wê karibin têkevin bajarên Kurdan hemû. Bes YPG berxwedaneke mezin dike, gel berxwedaneke mezin dike, ciwan, pîr, kal, jin, zarok, ji heft salî heta heftê salî berxwedaneke mezin dikin, li berxwe dide. Zanaye, hişiyare, li ser piya ye. Gel bi her awayî xwe bi rêxistin kiriye, hem weke sazî hem jî weke pergal xwe rêxistin kiriye. Dîsa di qada siyasî de PYD heye, kar û xebatên siyasî bi rêve dibe, ç idi warê diplomatik de be çi jî di warê civakî de be li pêşe. Ev başe.
Şoreş temame yanî
Şoreşîn Baz: Na em nikarin bêjin temame lê di riya şoreşê de gavên mezin hatine avêtin. Rewşa heyî rewşa şoreşê ye.
Baran pir dibare, sar nîne.
Şoreşîn Baz: Na dilê me germe.
Çiya çawaye, başe
Şoreşîn Baz: Çiya gelekî başe, xweşe.
Çend sale
Şoreşîn Baz: Teqriben salek e, an heye an jî nîne. Hema bêje saleke ez tevlî bûme.
Sipas gotinek te heye, wekî encam.
Şoreşîn Baz: Na, ez dixawzim di dawî de bêjim ji bo dewleta dagirker çi bikin bila bikin nikarin bigihên armanca xwe ji ber ku em xeta Rêber Apo ji xwe re esas digirin, xeta şehidan a ku ev tevger pêşxist em ji xwe re esas digirin. Ji gelê me yê rojava re ez dibêjim şoreşa xwe berdwam bikin, tucarî sekin nebe ji ber ku ev dema ku em tê re derbas dibin demeke dîrokî ye. Nebêjin bese, berxwedana xwe berdwam bikin. Em jî weke gerîla weke tevgera jin li pişt wa ne û wan tucarî bi tenê nahêlin.
Zor sipa
Şoreşîn Baz: Em jî sipas dikin.
Li gel min hevaleke hêja heye, Roza Şer Yusiv. Endama YJA- STAR’ê bi me re ye. Belê emê komploya navnetewî biaxivin lê êrîşên li ser jinan jî hene, herî dawî qatlîama parîsê hebû. Qatlîama parîsê minaka herî ber bi çave.Sakîne Cansız bi du hevalên xwe re li parîsê hatin qetil kirin. Li hember vê bertêk jî hebûn, ji çiyayên Kurdistanê jî bertêk hebûn. Xala dî a giring Sakîne Cansiz, têkoşîna 35- 40 salî li van çiyan jiya bû. Komploya navnetewî di 14- 15. Sala xwe deye. Êrîşên li ser we, li ser birêz Ocalan û li ser tevgera we dewam dikin. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin û pênase dikin.
Roza Şer Yusiv: Bi minasebeta vê rojê despêkê ez Rêber Apo silav dikim û komploya navnetewî lanet dikim. Her çiqas komplo raste rast Rêber Apo hedef girtibe û ne di nav me debe jî di esasê xwe de tucarî ji nav me derneket. Her tim wekî fikir, bîrdozî, felsefe û raman din av me de bû. Em hemû hêzên navnetewî yên cihê xwe di komployê de girtine dîsa hevkarên wan bi lanet şermezar dikin. Weke gerîla kîn û nefreta me li hember komplogeran li asta herî jore. Komplo ji roja ku destpêkiriye heta niha bi rengên cuda dewam dike. Bi taybet hêzên jin hedef girtin.
Piştî 14- 15 salan eger hêj komplo berdewambe, hûn vê tesbîdê dikin, çawa dewam dike ango qarekter gûheriye çi bûye, çi gûheriye, êrîşên bi çi rengî li ser we tên kirin, ev êrîşên ku tên kirin a giring jî hûn çawa şîrove dikin.
Roza Şer Yusiv: komplo bi rengê cuda cuda berdewam dike, êrîşên li ser gel rojane berdewam dikin, gel û tevgera me di bin polîtîkayên qirkirinê dene, bi rêka medya şerê psikolojîk, propagandayên derew bi rengê şerê taybet tê meşandin. Hikimeta AKP’ê niha vê polîtîkayê bi kartîne dîsa dixwazin gel û tevgerê ji hevdû qut bikin, gel dişopîne, dinya alem dişopîne, hem di aliyê leşkerî de hem jî di aliyê siyasî de êrîşên xwe zêde dikin, berdewam dikin. Roja ku Erdgan bahsa aşitiyê dike wê rojê êrîş zêde dibin, çiyayên Kurdistanê bimbebaran dike, operasyonên siyasî bênavber dewam dikin herî dawî qetlîama parîsê çêbû. Ji bo me wekî tevgera jin jî wekî YJA- STAR jî emê bêdeng nemînin. Xwestin çavê me bitirsînin, ango xwesti bêjin hûn li ku dibin bila bibin emê we tine bikin, em jî dibêjin êrîşên we li ku çêdibin bila çêbibin emê bêbersiv nemînin. Her ku êrîş zêde dibin rihê me yê berxwedanê zêdetir dibe, rihê tolhildanê xurtir dibe, girêdana me bi Rêber Apo xurtir dibe. Em ji berê hê xurtirin, hêzên me hêj xurtirin yanî komplo bi ser neket. Her kes vê rastiyê baş dizane. Rêber Apo di zindanê de gûhertin û vegûhertina zihniyetê pêk anî. Bi dehan pirtuk nivisand, mirov dikare bêje Rêber Apo bi xebatên xwe komplo puç kir. Ji bo vê yekê jî tevlibûnên gerila hê zêdetir bûn.
pirsa min a herî dawî ji bo rojavayê Kurdistan e. Hûn ji rojava ne, demeke dirêje hûn li çiyayên Kurdistanê ne, van rojên dawî êrîşên li ser rojavayê Kurdistan zêde bûne, li paş vê Tirkiye û çetên wan hene, bi çend hevokan hûn dikarin çi biêjin.
Dema li rojavayê Kurdistan hinek destkevftiyên gelê me çêbûn ku bi salan Rêber Apo li wir hewildanên mezin dan, gelê me berxwedanek bêhempa da, niha jî dewleta Tirk dixwaze van dstkeftiyên gelê me astenk bik, tine bike. AKP naxwaze li ti perçê Kurdistan Kurd bibin xwdî nasname, xwedî statu. Ji bo vê her roj bi dstê çetan êrîşan dibin ser gelê me, herî dawî êrîşên li serêkaniyê çêbûn nîşaneya vê yekêbûn. Tirkiye pir aşkere van çetan destek dike. Bi tangên xwe, bi topên xwe hwd. YPG jî tişta pêwistbe dike.
Tu bawer dikî kul i beranberî vê çar perçê welat arikariyê bide?
Roza Şer Yusiv: Raste em bawer dikin. Em ji bo yekitiya Kurdan ava bibe li van çiyaya ne, yekitî û hevgirtina netewî çêbûye, civaka Kurd îro civaka herî polîtîke. Lewra em dibêjin Kurdistan yeke. Yekitiya netewa demokratik hedefa her Kurdekiye.
Divê civak li rojavayê Kurdistan xwdî derkeve, berpirsiyariyeke wan a wisa heye.
Roza Şer Yusiv: Raste, niha li rojavayê Kurdistan hinek destkeftî çêbûne divê ji her çar aliyê welat destek bê dayin. Divê meş, serhildan çêbibin, dîsa ji aliyê siyasîve destek bê dayin. Bakur, başur, rojhilat divê rojava destek bikin, di vî milî de baweriya me jî heye.
sipas
Di panzdemîn salvegera komployê de li ser tevgera we, li ser tevgera jin û li ser gel êriş didomin. Ev ji aliyên tevgera we ve hatiye diyar kirin. Herwiha piştî panzde salan hûn dema bala xwe didinê, vê çawa dinirxînin?
Niha banzdê sibatê ji bo me meheke komployê, meheke ku ji bo me hêrseke mezin derdi îne holê. Komlo dî rokeke xwe heye, ez naxwazim bikevim dîroka wê. Lê demeke ku niha em jiyan dikin. Boyûtê wê hene. Ji ber çi rewşê ku tên jiyan kirin. Çi yên siyası, çi yên leşkerîbin. Êrişên ji aliyên dijmin ve tên kirin. Bi taybet êrişa li parîsê ya ku di şexsê hevala sakîne de hat pêşxistin. Ji bo me ev rastî diyare. Ji ber ku komploger dixwazin her tim vê komployê bidin meşandin. Dibe ku ev komplo di şexsê Rêbertiya me de hat meşandin. Lê armanca vê komployê ev bû ku di şexsê Rêbertiyê de him tevgera me him jî bi giştî gelê Kurd tavsiye bike. Lê em dikarin bejin ku komplo negihîşte armanca xwe. Têkoşîn û berxwedana Rêbertiya me ya li îmraliyê komplo vala derxist. Dîsa berxwedana gelê me, berxwedana zindanan, berxwedana hevalên me yên li çiya, d îsa di şexsê hevalên me yên şeh îd qehremaniya şehîdên me ku bi dûrişmeya kes nikare dest bavêje serokatiya me, destê ku bigihêje Rêbertiya me em ê jêkin em bi vî rihî ve heya roja îro vî rihî didin meşandin. Her çiqas ev koplo tê meşandin jî lê em wek tevger li hember van êrişan, li hember nêzîkbûnên ne dirist ên heya dawiyê konploger didin meşandin em dikarin bêjin ku wê heya dawiyê vala derbikevin. îro jî êrişên ku tên meşandin, herçiqas hinek caran wek nêzîkbûnekî çareserî didin xûyakirin jî lê em pir baş vî dizanin ku nêzîkbûnên dewleta Tirk, nêzîkbûnên hikimetê ne samîm îne.
Hûn çima hikimetê samîmî nabînin? Van rojan dîsa niqaşên çareseriyê hene. Em dizanin ku hevdîtin hene. Herwiha hûn çima van niqaşan û hikimetê çima samîmî nabînin?
Ji ber ku tiştê ku niha tên kirin û em demên derbasbûyî jî mêze bikin tiştekî ku îro dewleta tirk samîmî daneyniye holê. Her çiqas hinek caran wek ku gavên piratîkî davêje dide xûyakirin jî lê di bin re êrişên tunekirinê li ser gelê me dîsa dide meşandin. Li ser siyasetmedarên me heya dawiyê girtin û êriş tên meşandin. Zemînê siyasetê tê xitimandin. Li ser çiya heya dawiyê operasyon tên meşandin. Êrişên hewayî hêja jî tên meşandin. Dema mirov van hemiya dide li ber hev dide xuyakirin ku dewlet ne tu projeyekî wî ji bo çareserkirinê heye, ne jî nêzîkatiyeke wî wisa samîmî heye ji bo çareserkirinê. Wek milîtanekî vê rêxistinê ez dikarim bêjim, bi salane keda ku Rêbertiyê ji bo çareseriyê da, firsendên ku ketin destê dewleta tirk , ji aliyê dewletê ve nehat nirxandin. Bêtir her tim firsendek î geriya ku çawa tevgera me tavsiye bike. Heta niha jî hemû tevgeriya dewleta tirk ew e ku çawa tevgera me tasfiye bike. Ne li ser esasê ku çareseriyek pêşbixe tevnagere. Eger bi rastî jî dixwaze çareseriyê pêş bixe wê demê bê kû wirde wêde xwe bide û dîsa ji derve alikariyê bixwaze bila di nav tirkêyê de bi gel re çareser bike. Bersiv bide daxwazê gelê kurd. Ji xwe heya niha gaveke pratîkî ya samîmî jî neavêtîye.
Ji bo ku hûn qebûl bikin, hûn bêjin temam pêwîste çi bibe. Bi çend hevokan ve hun ji me re diyarbikin.
Di despêkê de gelê kurd guhdar bike. Tiştên ku salane Rêbertiya me dide xuyakirin. Bi salane ji bo ku ev şer were sekinandin hewldanên ji aliyê Rêbertiyê ve tê danîn were dîtin. Em ne aşiqê şerin. Ku vî şerî jî bidin meşandin. Eger bi rastî jî samîmî ne tiştên ku rêbertiya me dibêje em ji xwe re wê esas digirin. Lê ji ber ku em dewletê nas dikin, mînakên berê jî hene. Her tim di bin nêzîkatiyên wan de komplo û tavsiye derketine baweriyê nadin me. Dibe ku berê hinek nenaskirin hebû. Lê bi taybet îsal him ji aliyên tevgerê ve him jî ji aliyên qadroyan de zelalbûnek heye. Dîsa jî em dibêjin rêbertiya me çi bêje ew ji bo me esase. Her tiştên ku rêbertiya me bibêje ji bo me telîmate. Lê wek milîtanên rêxistinê çi ji me were xwestin em ê bikin. Em ji her demê jî xwirtirin. Her çiqas êriş li ser me hebin jî lê em her demê zêdetir bi biryarin.
Van demên dawiyê de niqaşên bila gerîla derkeve derveyê sînor hene. Ceribandina 99 an heye û tiştên wê demê hatin jiyankirin jî hêja di bîra mirovan de ne. We jî ew dem jiyan kir. Wek rêveberiya YJA-STAR û endama konseya leşkerî di derbarê van niqaşan de çi dikarin bêjin. Hûn van niqaşan rasteqînî dibîn in. Herwiha di rajeva we de niqaşek wiha heye?
Dema mirov çapemeniya tirk mêze dike wek ku her tişt hatiye çareser kirin didin xûya kirin. Lê wek tevger nêzîkatiyek me wisa tune. Ji bo me ya esasî daxuyanî û nêzîkatiya tevgera me ye. Lê bi rastî jî eger ku samîmî ne nepêwîste ku hêz derxînin derveyê sînor. Dema mirov çapemeniya tirkan mêze dike. Dibê qêy her tişt çareser bûye, ya ku tenê maye derketina hezen me derveyê sînore. Eger ku rast î jî rast û samîmîne wê deme qet ev nedikirin rojevê jî. Ji xwe çareseriyek were pêşxistin hêzên me çi derveyê sînor çi hundir tu astengiyê çê nake. Bi rastî jî heke ku tu dixwazî çareserîyê pêş bixî. Wê demê gavên hê lezgîntir hene ku tu bavêjî. Ya lezgîn ne gerketina hêz ji derveye. Ya ku zora mirov diçe jî ev e. Bê ku tiştekî bikin dibêjin bila hêz derkeve derveyê sînor. Ev jî dide xûyakirin ku dewleta tirk li hember çareseriyê ne cidiye. Eger ku cidîbûna tiştekî wiha niqaş nedikirin. Wek hêzên leşkerî dema ku em vî niqaş dikin jî em dibêjin ev ne samîmî ne.
Wê demê paşde vekişandin tune.
Niqaşek wiha di rojeva me de nîne.