Gelo Kongo ji eboloyê xilas dibe?

Hêla Ebolayê ku Tebaxa 2018'an li Komora Demokratîk a Kongoyê dest pê kirî, bi fermî hate ragihandin ku xilas bûye, WHO'yê got hê jî divê mirov biendaze be.

Di daxuyaniya WHO'yê de hate gotin, dibe ku hêla ebolayê, ya ku heta niha 2 hezar û 264 kes pê miribin, qediya be. Dîrekterorê Herêmî yê Efrîkayê yê WHO'yê Dr. Mathîsîdîso Moetî ragihand, van 13 rojÊn dawî ti kesek bi ebolayê nemiriye.

Moetî diyar kir li ser mijara ku hêl bi temamî qediyaye ew 'biendaze' ne û got, heta niha li 350 'weqayên biguman' lêkolane.

Dîrektorê Herêmî  yê WHO'yê diyar kir, heke di nav 42 rojan de weqayên ebolayê çênebin ew ê ragihînin ku hêla ebolayê 'bi temamî qediyaye''.

Hêla ebolayê ku Tebaxa 2018'an li Komara Demokratîk a  Kongoyê dest pê kiribû, ji 1976'an û vir ve, ku cara pêşî wê demê hatibû dîtin, ev bûbû hêla 10'an.

Hêla herî kujende ya ebolayê ya li parzemîna Efrîkayê  2013'an dest pê kiribû û tevî 2014'an li Liberya,Gîne, Sîerra  Leone bûbû sedema 11 hezar mirovî.