Gelê Brezîlyayê li dijî Bolsonaro dakete qadan

Gelê Brezîlyayê li dijî Serokdewlet Jaîr Bolsonaro yê ku bi karên nelirê tê sûcdarkirin dakete qadan û xwest îstifa bike.

Li Brezîlyayê bi hezaran kes li dijî Serokdewlet Jaîr Bolsonaro dakete qadan û bi çalakiyan xwestin ku Bolsonaro dest ji desthilatdariyê berde.

Di çalakiyan de ku li gelek bajaran hatin lidarxistin, hate ragihandin ku Bolsonaro bi taybetî di kirîna derziyên Covid-19 de karên nelirê ji nedîtî ve hatiye.

Kesekî li Wezareta Tenduristiyê ragihand ku ji bo neyê ispat kirin ku derziya Covaxin a ji Hindistanê hatiye anîn gelekî buha hatiye kirin, zexteke giran hatiye kirin.

Çalakgerekî got, "Me zanî bû ku Bolsonaro bi kêr nayê û yekî qirker e, lê niha me dît ku gemarî jî bûye. Haya wî ji van karên nelirê hebû û tiştek nekir."

Jinekê jî bal kişand ser mirina nîv milyon mirovî û got, "Tişta ku niha eşkere bûye berê ji aliyê her kesî ve dihate zanîn. Karên nelirê hebû, piştgiriya ji bo hikumeteke bi vî rengî dînîtî ye."

Çalakgerekî din jî wiha axivî, "Bi vê hikumeta înkarker nabe. Rewşeke berevajî zanistiyê heye. Bi qasî 500 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Civaka navneteweyî gelekî baş bi vê rewşê zanin. Ev çalakî ne tenê li Brezîlyayê hatin lidarxistin, li tevahiya cîhanê çalakiyên şermezarkirinê hene."

Sê senatorên Brezîlyayî Bolsonaro bi "derewkirinê' sûcdar didkin û diayr dikin ku mirovekî dewletê wezîfeya xwe bi cih neaniye. Piştî vê sûcdariyê dozgeriyê dest bi lêpirsîna destpêkê kir.

Jaîr Bolsonaro ku du sal in li ser desthilatdariyê ye di nava beşeke mezin a gel de bûye sedema nerazîbûnan. Çalakiyên doh ji destpêka meha Gulanê û vir ve çalakiyên sêyemîn e ku li Brezîlyayê hatin lidarxistin.