Fransa, ji kuştina Aûdîn xwe berpirs nîşan da

Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron destnîşan kir ku wê berpirsyariya dewletê ya ji aktivîst komunîst Maûrîce Aûdîn ê di dema şerê Cezaîrê de hate êşkencekirin û kuştin nîşan bide.

Parlementerê partiya piranî desthilat û bîrkarîvan Cedrîc Vîllanî di daxuyaniya ji bo radyoya Frnaca Înter dayî de, anî ziman ku wê Serokkomar Macron berpirsyariya dewletê ya ji bo milîtanê komunîst ê Fransî Maûrîce Aûdî ku di têkoşîna serxwebûna Cezaîrê hate kuştin binase.

Vîllanî destnîşan kir ku Macron wê biçe serdana hevjînê Aûdî û got: “Kêliyên dîrokî” ne.

Vîllanî yê yek ji kesên nêzî malbata Aûdî ne got: “Macron, anî ziman ku bi rastî jî Maûrîce Aûdî parçeyek ji her kesê ku bûne mexdûrê sîstemê ye binase.”

Aûdîn 11’ê Hezîrana 1957’an di dema şerê Cezaîrê de , dema ku hê ev welat di bin mêtîngeriya Fransayê de bû li mala xwe hate destgîrkirin. Bîrkarîvan Aûdî yê wê demê hê 25 salî bû, bi mayîna malên hucreyê yên bi çek ên Partiya Komunîst a Cezaîrê hate sûcdarkirin.

Aûdî li taxa El Baîr a paytext Cezaîrê li malekê bi dehan car hate êşkencekirin. Piştî 10 rojan û şûnde ji bo hevjîna wî Josette Aûdîn bi îfadeyekî fermî hate gotin ku Adîn di dema veguhestinekê de reviyaye. Ev derewa fermî, di sala 2014’an de bi daxuyaniya Serokkomar Francoîs Hollande re bi dawî bû.

Hollend anî ziman ku Aûdîn ne reviyaye, di dema girtinê de hatiye kuştin.