Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz a 11'emîn di 30'ê Hezîranê de ye

Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz a 11'emîn ku her sal li bajarê Zurîch ê Swîsreyê tê lidarxistin îsal bi dirûşma 'Bi Jin, Jiyan, Azadî em ber bi şoreşa jinê ve dimeşin' wê 30'ê Hezîranê bê lidarxistin.

FESTÎVALA SAKÎNE CANSIZ

Ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz ku di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê tevî Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hate qetilkirin, her sal li bajarê Zurîch ê Swîsreyê bi festîvalekê tê bîranîn. Amadekariyên ji bo Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz temam bûne.

Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz a 11'emîn ku Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S) pêşengiyê jê re dike, gelek saziyên jinan jî piştgiriyê didin wê di 30'ê Hezîranê de bi dirûşma 'Bi Jin, Jiyan, Azadî em ber bi şoreşa jinê ve dimeşin' li qada Kasernenareal a li bajarê Zurîchê bê lidarxistin. Ji Komîteya Amadekar Sîdar Aydin anî ziman ku amadekariyên ji bo festîvalê qediyan e û got, "Bi pêşengiya YJK-S'ê ji aliyê nêzî 30 înîsiyatîf û saziyên jinan ve bi rengekî hevpar tê lidarxistin."

ÊDÎ YA JINAN HEMÛYAN E

Aydin anî ziman ku Sakîne Cansiz ji aliyê aktîvîstên têkoşîna jinê yên li cîhanê ve tê naskirin û qala pêvajoya guherînê ya li nava 11 salan kir: "Festîval destpêkê ji aliyê jinên Kurd ên li Swîsreyê ve dihate lidarxistin. Ji sala 2015'an û pê ve êdî ne tenê jinên Kurd, her wiha rêxistinên jinan ên enternasyonalîst ên li Swîsreyê jî tevlî me bûn. Şehîd Sakîna Cansiz di heman demê de weke pêşengên xwe dibînin. Mirov dikarin vê yekê bi hêsanî bibêjin; Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz êdî ya jinên li Swîsreyê hemûyan e. Jinên şoreşger, sosyalîst tevlî Komîteya Amadekar jî dibin. Herî dawî UniMenos û Greva Jinê ya Swîsreyê beşdarî lidarxistina vê festîvalê bûn. Li gorî vê yekê dixebitin."

BERNAMEYEKE TÊR Û TIJÎ

Aydin diyar kir ku bernameya festîvalê hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê çandî ve têr û tijî ye û anî ziman ku li qada festîvalê wê standên agahdarkirinê hebin, standên xwarinê û çandî bêne danîn û got, "Li qada festîvalê wê 8 standên agahdarkirinê hebin. Standên her rêxistineke entenasyonalîst ên tevlî festîvalê bûne wê hebe. Mîna her salê îsal jî wê Konê Dengbêjiya Jinê bê danîn, li binê kon wê dengbêjên jin klamên xwe bibêjin. Em zarokên xwe jî ji bîr nakin. Ji bo zarokan wê qada me ya lîstikê hebe. Mirov dikarin bi zarokên xwe tevlî festîvalê bibin. Bernameya me ya li ser dikê jî têr û tijî ye. Hunermend Sûna Alan, Sheyda Ghavamî, Cemîl Dînçer, Berî Van, Pîa û Dîda, Colla Bostorena De Sants (Koma dansê ya jinan a Katalan), koma Erbaneyê ya Jinan, Koroya Zarokan a Wînterthûr, Koma Govendê ya Zarokan a Bîelê wê li ser dikê hunera xwe pêşkêş bikin."

MECLÎS HEMÛ SEFERBER BÛN

Aydin ragihand ku li hemû kantonên Swîsreyê karên ji bo tevlîbûna li festîvalê dewam dikin û diyar kir ku belavokên bi zimanên Elmanî, Fransî, Îngilîzî, Îtalyayî, Tirkî û Kurdî hatin amadekirin û belavkirin Aydin got, "Belavok li hemû cihên ku meclîsên me lê hene têne belavkirin. Di 14'ê Hezîranê de li tevahiya Swîsreyê greva jinê hebû. Weke jin em tevlî van çalakiyan bûn û ji bo festîvalê me bang kirin. Li gelek qadan hevalên me ji bo festîvalê standên agahdarkirinê danîn."

LI HEMÛ KANTONAN OTOBUS HATIN AMADEKIRIN

Aydin ragihand ku qada festîvalê nêzî stasyona trenê ya navendî ya Zurîchê ye ku bi meşê jî mirov dikarin xwe ji stasyonê bigihînin qadê û diyar kir ku di heman demê de li hemû kantonên ku Navendên Civaka Demokratîk a Kurd lê ne otobus hatin amadekirin. Aydin got, "Li Cenevre, Lozan, Sîon, Bîel, Bern, Solothûrn, Aaraû, Basel, Lûzern, Raperswîl, Wînterthûr, Chûr, Bellînzona, St. Gallen û Schaffhaûsenê otobus hatin amadekirin. Meclîsên me vî karî dikin. Yên ku dixwazin tevlî festîvalê bibin dikarin bi komeleyên meclîsên me lê ne têkiliyên dînin."

SAZIYÊN KU TEVLÎ AMADEKARIYA FESTÎVALÊ BÛNE

Saziyên ku tevlî amadekariya festîvalê bûne bi vî rengî ne: Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S), Jinên Kurd ên Ciwan (TêkoJIN), Women Defend Rojava, Medico International, Frauen Lesbes Kasama, Tevgera Jinên Demokratîk a Ewropayê (ADKH), FÎST, Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), PDA, Jin a Nû, Tevgera Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Zurîch Kollektive, Solifonds, Frauenbündnis, Weqfa Jinê ya International (WÎLPF) Pêkhateya Jinê ya Sosysalîst (BFS), Pira Amed Zurîchê, BastA, Partiya Sosyalîst Parti (SP) û Lîsteya Alternatîf (AL), Frauenstreick (Greva Jinê), UniMenos, Mor-Sor Kollektive û Bethnahtin Frauen Union.