Gerîlayên YJA Starê bi şanoyê Zîlan bi bîr anîn

Gerîlayên YJA Starê ji bo bîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) a ku 30’ê Hezîrana 1996’an li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiya fedayî kir, şanoyek lidar xistin.

BÎRANÎNA ZÎLAN

Gerîlayên YJA Starê bi wesîleya salvegera 28’an a şehadeta gerîlaya PKK’ê Zîlan (Zeynep Kinaci), şanoyek organîze kirin.

Di şanoyê de ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate lidarxistin, li ser esasê ked û perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji berxwedana efsanewî ya Sakîne Cansiz (Sara) a li Amedê heta çalakiya Zîlanê ya li Dersimê, xeta fedayî ya jinê ya di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de hate nîşandan.

Di şanoyê de ji Sakîne Cansiz heta Zeynep Kinaci, ji Leyla Kaplan (Rewşen) û Guler Ortaç (Bermal) heta Sema Yuceyê, ji Rûken û Sarayê heta Rojhat û Erdal, gerîlayên ku çalakiya fedayî hatin bîranîn.

Di merasîmê de gerîlayên jin ji şanoyê heta dansê, ji stranan heta helbestê bi şêwazên cur be cur, şehîdên ku di kevneşopiya fedayî ya jinê de bûne nemir, bi bîr anîn.