BI DÎMEN

Şêx Saîd û hevalên wî li Dortmûndê hatin bibîranîn

Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê ji bo Şêx Saîd û hevalên wî çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

99’EMÎN SALVEGERA DARVEKIRINA ŞÊX SAÎD

Li Dortmûndê bi pêşengiya Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) ji bo Şêx Saîd û 46 hevalên wî yên ku li ser biryara Dadgeha Îstîklalê di 29'ê Hezîrana 1925'an de li Amedê hatin darvekirin, çalakiya bîranînê hate lidarxist. Li eywana bîranînê wêneyên Şêx Seîd, hevalên wî û alimên Kurdistanê yên di dîrokên cuda de şehîd bûne hatin daliqandin.

Serokê Tevgera Alimên Îslamî û Kurdistanî Hemdem û Nûjen Ahmet Hafiz Tûrhalli di bîranînê de axivî. Tûrhalli diyar kir ku Şêx Saîd û hevalên wî di sala 1925’an de li Kurdistanê ji bo mafên mirovî û îslamî yên gelê Kurdistanê têkoşiyan û wiha axivî: “Armanca Şêx Saîd û hevalên wî Kurdistanek azad û serbixwe bû. Armanca wî ew bû ku Kurdistaneke ku hemû civakên Kurdistanê azad bijîn.”

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser jiyan û şehadeta Şêx Saîd û hevalên wî hatibû amadekirin hat pêşandan. Piştre Mele Salihê Botî axaftinek kir.

Dengbêj Marûf ji bo bîranîna Şêx Saîd û hevalên wî klam gotin.

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Elmanyayê Şemsedîn Akalan jî di bîranînê de axivî û anî ziman ku îro erka her Kurdekê ye ku xwedî li kevneşopiya Şêx Saîd û hemû têkoşînên Kurdistanê derkevin.

Şaredarê berê yê Xinûsê û neviyê Şêx Seîd, Hasan Firat jî diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd îro li çiyayên azad ên Kurdistanê geş dibe. Firat anî ziman ku Tevgera Azadiyê bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye, berdewama hemû berxwedanan e û xwest ku gelê Kurd xwedî li têkoşîna azadiyê derkeve.