Faîza kêm a li Elmanyayê rê li ber teserûfa 240 mîlyar Euroyî vekir

Aboriya li Elmanyayê di sala 2016'an de ji sedî 1,9 mezin bû. Bi saya kêmkirina rêjeya faîzê, dewletê di nava 8 salan de bi 240 mîlyar Euroyî teserûf kir.

Li gorî daneyên duh hatin weşandin, rêjeya mezinbûna aboriya Elmanyayê di sala 2016'an de ji sedî 1,9 e. Bi saya vê mezinbûna aboriyê, ku mezinbûna herî bilind a 5 salên dawî ye, budçeya Federal a sala 2016'an bi 6,2 mîlyar Euroyî zêde bû.

Budçeya sala 2015'an a Elmanyayê, bi 12.1 mîlyar Euroyî zêde bû û balkêş e ku tevî zêdebûna rêjeya sala 2016'an jî, budçe bi qasî nîvê sala beriya wê zêde bû. Tê gotin, koça zêde ya penaberan û lêçûna deh mîlyar Euro ya zêdetir, bandor li vê yekê kiriye.

Li gorî nûçeya rojnameya aboriyê Handelsblattê ku heftane tê weşandin, li Elmanyayê ku di sala 2007'an de ji sedî 4,23 faîza deyn dihat dayîn, ev faîz di sala bihurî de daket rêjeya ji sedî 2,05.

Di nûçeya rojnameyê de hat ragihandin, bi saya kêmkirina faîzan qonax bi qonax, ji sala 2008'an û vir ve dewleta Elman bi 240 mîlyar Euroyî teserûf kiriye.

Di nûçeya Handelsblattê de her wiha encamên zêdebûna faîzê hatin weşandin ku ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Aboriyê ya Rheîn-Westfalya ve hate tespîtkirin. Li gorî vê yekê, eger faîz bi pûanekê zêde bibe, Elmanya wê neçar bimîne salê 21 mîlyar Euroyî faîzê bide.