Erdogan carekî din kete lîsteya dijminê çapemeniyê ya RSF’ê

Rêxistina Sînornenas a Rojnamegeriyê (RSF) lîsteya zextên zêde ya li ser çapemeniyê ya li gelemperiya cîhanê ya ji aliyê hikûmet an jî serokê dewletan ve tê kirin, weşand. Di nava lîsteyê de Serokkomarê Tirk Erdogan û 37 ‘dijminên çapemeniyê’ hene.

RSF a navenda wê li Parîsê ye diyar kir ku hinek ji ‘Dijminên çapemeniyê’ nêzî 20 sal in zextê li azadiya çapemeniyê dike. RSF’ê diyar kir ku navê hinek din jî li vê lîsteyê hatine zêdekirin. RSF’ê bal kişand ku di sala 2021’ê de cara yekem e ku 2 jin Ewropiyek li ketiye lîsteyê.

Di lîsteya RSF’ê de ji predatorên ku navê wan hene 16 jê li ser nexşeya azadiya çapemeniyê bi reş tê nîşandan û 19 welat jî bi rengên sor in. RSF’ê got: “Welatên ku karê rojnamevaniyê lê pir zor in jî cih digirin. Predatorên ku navîna temenê wan di navbera 66’an de ne, piranî ku ji aliyê RSF’ê ve hatine nasîn ji herêmên Asya-Pasifîkê ne.”

Sekreterê Giştî yê RSF’ê Chrîstophe Deloîre diyar kir ku ji van Predatoran her yekê rêbazên wê cuda ne û got: “Hinek îrasyonel û paranoyak fermanên terorê dide, hinek jî li ser bingehê hiqûqên ku azadiyê dikuje, bi startejiyên bisazîkirî pêk tîne.”

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji sala 2009’an û vir ve ‘Predator’ tê nasîn.

Di rapora RSF’ê ya azadiya çapemeniyê ya 2021’ê de, Tirkiye di nava 180’ê welatan de di rêza 153’an de ye.

RSF’ê di rapora xwe de li ser Erdogan vê dibêje: “Serokkomarê Tirk ji çapemeniyê hez nake, hê rastir, hez ji yên serî li ber ditewîne, nerm û pesinkar dike. Bi qanûnên îstixbaratê, bi rêdana her cûre sûîstimalê û bi hiqûqên têkoşîna bi terorê yên berfireh re, heman demê bi yasayên pêkanîna ‘heqaret li serokkomar kiriye’ gihaye wê azadiyê ku li pey hemû dengên bê aheng bikeve. Piştî hewldana darbeya Tîrmeha 2016’an û şûnde û îlana rewşa awarte re rojnamevan jî di nav de helwestên ku neyên dîtin, hatin kirin. Ji sedan zêdetir rojname, kovar, televîzyon û radyo hatin g irtin. Di nava 5 salan de ji 100 zêdetir rojnamevan rastî şidetê hatin, li Bûrsayê xebatkarekî radyoyê ji aliyê guhdarvanekê ve hate kuştin. Tirkiye êdî ji bo rojnamevanan bûye girtîgeheke herî mezin a cîhanê. Di sala 2020’ê de nêzî 50 rojnamevanên ku li ser sînorê Yewnanistnê têkildarî rewşa koçberên Sûriye nûçe û dîsa li ser pandemiya Covîd-19 nûçe amadekirin, hatin destgîrkirin.”

RSF’ê diyar kir ku di vê pêvajoyê de gelek sansûr li ser nûçe û gotaran jî hatiye sepandin û got: “Bi vê rêbazê 1, 300 belge û nûçe hatine sansûrkirin.”

RSF’ê bal kişand ser hevpeyvîna Rerdogan a 1’ê Nîsana 2016’an a hem înkar û hem jî gefên sergirtî kirî û ev gotinên Erdogan derxist pêş: “Ti demê em li dijî azadiya derbirîn, azadiya çapemeniyê me tiştek nekiriye. Berovajî li Tirkiye çapemenî herî zêde min û hikûmeta min rexne kir, pir êrîş anî ser min. Tevî vê êrîşê jî, di bûna xwedî helwest a li dijî van êrîşan jî pir bi sebir nêzîk bûn.”(Hevpeyvîna CNN, 1’ê Nîsana 2016’an).