Encamên hilbijartina Iraqê hatin pejirandin

Dadgeha Federal a Iraqê, encamên hilbijartin 12'ê Gulanê ya parlamentê pejirand.

Piştî ku encamên hilbijartina parlamentê ya Iraqê hatin eşkerekirin, gelek partî li ber rabûbûn. Parlamenta Iraqê jî roja 6'ê Hezîranê biryar dabû ku deng bi destan bên jimartin. 21'ê Hezîrane jî Dadgeha Federal a Iraqê biryara parlamentê pejirandibû. Jimartina bi destan a dengan roja 4'ê Tîrmeha 2018'an dest pê kiribû û 6'ê Tebaxê qediya bû.

Piştî ku Dadgeha Federal a Iraqê encamên hilbijartinê pejirand, Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm pêwîste di nava 15 rojan de erkê bide partiya ku di hilbijartinê de bû yekemîn ji bo hikumeta nû ava bike.

Li gorî Destûra Bingehîn, ji roja ku dadgeha destûra bingehîn encamên hilbijartinê pejirand û pê ve, di nava 90 rojî de divê hikumeta nû bê avakirin.